Jin wê di 14'ê Sibatê de li dijî tundiyê rabin ser piyan!

Li tevahiya dinyayê destavêtin û tundî li zêdeyî milyarek jinan hate kirin. Li hemberî vê tundiyê jin naxwazin pasîf bin. Kampanya One Bîllîon Rîsîng (Milyarek radibin ser piyan) bang li jinan kir ku 14'ê Sibatê rabin ser piyan.

Li gelemperiya cîhanê li yek ji sê parên jinan tundî, zexta bi hev re bûnê, destavêtin û kiryarên xerab hate kirin. Yek ji sê jinan tê wateya milyarek jinan.

Îsal bang li milyarek jin û mêran hate kirin ku di "Roja Hezkiriyan" de li ber tundiyê rabin.

Kampanya One Bîllîon Rîsîng (OBR) ragihand ku wê li tevahiya cîhanê bêjin "Êdî bes e! Bila dawî li tundiyê bê anîn" û dakevin qadan.

V-DAY

ORB ku kampanyayeke global e, di çarçoveya tevgera V-Day de ku ji ailyê femînîst û nivîskareke drama ya Emerîkî Eva Ensler ve hate avakirin, di Îlona 2012'an de dest pê kir. Di 14'ê Sibata 2013'an de jî yekem çalakiyên xwe pêk anî. Kampanya her ku di nava salan de çû mezin bû. Her sal li gelemperiya cîhanê bi sed hezaran kes tevlî kampanyayê dibin. Çalakiyên sala 2016'an bi mijara "Rîse for Revolûtîon" hatin kirin.

One Bîllîon Rîsîng bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew li dijî tundiya li jinê, zayendîperestî, xizantî, emperyalîzm û sîstema baviksalariyê ne.

YEK JI SÊ JINAN MEXDÛRÊN TUNDIYÊ NE

ORB'ê diyar kir ku li gelemperiya cîhanê yek ji sê jinan mexdûrên tundî û destavêtinê ne û destnîşan kir ku ev yek di asteke metirsîdar de ye.

Li gelek welatên ku bi rengekî çalak piştgirî ji kampanyayê re tê dayin, malperên înternetê hatin avakirin. Li Elmanya, Fransa û gelek welatên din wê çalakî bên lidarxistin û agahiyên li ser van çalakiyan li malperên înternetê hatin parvekirin.