TJK-E: Di 15'ê Sibatê de divê her kes tevlî meşa li Strasboûrgê bibe!

TJK-E'yê komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li jinan, gelê Kurd û alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku di 15'ê Sibatê de tevlî meşa li Strasboûrgê bibin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera 21'ê ya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek weşand.

TJK-E'yê, di serî de dewleta Tirk hemû hêzên dijminê azadî û demokrasiyê yên tevlî vê komployê bûn bi hêrseke mezin şermezar kir.

Di şexsê cangoriyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" de cangoriyên azadiyê hemû bi rêz û minet bi bîr anî.

TJK-E'yê bi bîr xist ku komploya navdewletî ya ku 15'ê Sibata 1999'an pêk hat, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li dijî gelê Kurd, jinan û mirovahiyê hemûyî hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi komployê re ne tenê Rêberê me hate revandin û dîl hate girtin, her wiha bi nobedariya dewleta Tirk sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hate avakirin û bi vê sîstemê de bi navê Şerê Cîhanê yê 3'emîn şer, hilweşandin, koçberî, birçîbûn, xizanî û faşîzm li civakên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Rêberê me ev armancên hovane yên komployê dît, lewma di nava şert û mercên herî giran ên zindanê de ji bo deşîfrekirin û têkbirina vê lîstikê li Îmraliyê pêvajoyeke mezin a berxwedanê afirand."

TJK-E'yê ev berxwedana 21 salan a Rêberê Gelê Kurd silav kir û diyar kir, "Bi navê jinên Kurdistanî em dibêjin; em ê bi vê berxwedan, hişmendî, hêvî û baweriyê têkoşîna xwe mezin bikin. Em biryardariya xwe ya ji bo têkbirina hêzên komploger ku dijminê mirovahiyê ne di salvegera 21'ê de hîn bi xurtî nîşan didin."

JI BO MEŞ Û MÎTÎNGA LI STRASBOÛRGÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR

TJK-E'yê destnîşan kir ku wê hêza xwe ya ji bo têkbirina êrişên hovane yên sîstema serdestiya mêr û faşîzma AKP-MHP'ê di sala 2020'an a têkoşînê de mezintir bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vê biryardariyê, ji bo meşa şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ku mîna her sal îsal jî di 15'ê Sibata 2020'an de li Strasboûrgê pêk tê, em bang li her kesî dikin ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, azadî ji Kurdistanê re' tevlî bibin.

Li ser vê bingehê em di serî de bang li jinan, li gelê xwe, dost û alîgirên azadî û demokrasiyê dikin ku di 15'ê Sibatê de li Strasboûrgê bin û tevlî meşê bibin."