Meclîsa Jinan a HDP’ê bi Yekîtiya Jinên Tûnûsî re civiya

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi Seroka Yekîtiya Jinên Demokratîk a Tûnûs Yosra Fraves re civiya.

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi Seroka Yekîtiya Jinan a Demokratîk a Tûnûsê Yosra Fraves ji bo tevlî Kongreya Awarte ya 4’an bibe hatibû Tirkiyeyê li avahiya giştî civiya.

Di heyetê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Karê Derve Feleknas Ûca, ji Meclîsa Jinan jî Ayşe Berktay û Sûltan Ozcan cih girtin. Meclîsa Jinan di serî  de l iser sîstema hevserokatî, polîtîkayên jinan agahî parvekirin, li ser têkoşîna jinan a bi hev re ya li Rojhilata Navîn dîsa piştevaniya enternasyonalîst, yekîtiya hêzê nirxadin kirin.

Fraves jî a li ser tevgera jinan a li Tûnûsê agahî da Meclîsa Jinan a HDP’ê , anî ziman ku ji jinên HDP’î û têkoşîna jinên Kurd hêzê digirin.