Li Locarnoyê jinên Kurd ji bo zimanê dayikê çalakî li dar xist

Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de li bajarê Locarno yê kantona Tîcîno yê Swîsreyê bi pêşengiya jinên Kurd çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê înîsyatîfa Jinên Kurd a Locarno ve hate organîzekirin. Li parka Gîardînî Pîoda ya navenda bajêr pankartên nivîsa “Zimanê me yê dayikê azadiya me ye” ya bi gelek zimanan hatibû nivîsin hate vekirin.

Li vir axaftin hate kirin û qala xwedîderketina li zimanê dayîkê ya li dijî hişmendiya qedexeker û zextan a li ser zimanê Kurdî hate kirin.

Li ser navê înîsyatîfê jî axaftin hate kirin û hate gotin; “Li dijî polîtîkayên dewletê yên tekparêz û înkarê azadiya gelan encaq bi xwedîderketina zimanê dayikê pêkan e.”