Li Meksîkaye jin wê girêva netewî bikin

Meksîka xwe ji bo 9'ê Adarê, girêva mezin a li dijî tundiya li ser jinê hazir dike. Serokkomar û endamên kongreyê jî bi daxuyaniyên xwe destek dana girêva jinan a netewî.

Kolektîva feminîst a bi navê Brujas del Mar, ku li eyaleta Veracruz a li Rojhilat derketî holê, li ser tevnên sosyal hewldna girêvê da destpêkirin. Banga girêvê ya ji bo 9'ê Adarê, bi dirûşma, ''El nueve nînguna se mueve'' (9 kes tevnagerin) hate kirin.

Serokkomar Andres Manuel Lopez Obrador di daxuyaniya çapemeniyê de got,''Bila jin çalakiyan bikin, ev ji heqê wan e, azad in. Hikûmeta me heqê lihevnekirinê mîsoger dike''. Serokkomar got jinên ku tercîha xwe li ser girêvê kirine wê zext li ser wan neyê kirin.

Li gorî daneyên fermî li Meksîkaya 2019'an 1.006 femînîsîd (kuştina tenê bi sedema ku jin in) çêbûn. Dema ku mirov dide ber sala 2015'an 136 ji 100'î zêdetir bûye. Lê daneyên fermî rastiyê nabêjin. Li gorî rêxistinê jinan bîlanço pir girantir e.

Beriya bi demeke kurt jineke 25 salî ji hêla hevalê wê ve bi rengekî hovane hate kuştin. Keçeke 7 salî jî ji hêla gelek kesan ve bi êşkeneyê hate kuştin. Ev du kuştinên dawî bû sedema pêla protestoyan.

Şaredarê paytext Meksîkoyê Claudîa Sheînbaum ferman da saziyên bi ser şaredariyê ve û xwest ku zext li ser wan jinan neyê kirin ku wê girêvê bikin.

Her wiha organên edlî, senator û parlamenteran jî dîrektîfên wiha dan. Zanîngehên dewletê û yên taybet jî ragihandin çi peywirdar û çi jî xwendekar bin ji bo ku tevlî girêvê bûne wê ti ceza li wan neyê birîn.

Her wiha yek ji mezintirîn medyayê Televîsa jî Înê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand xebatkarên wan azad in ku tevlî girêVê bibin û ji hêla pîşeyî ve ev ê ti encamê ji bo wan neyîne.