Dayikên Şemiyê: Hûn ne mirovin!

Dayikên Şemiyê vê carê ji bo Mûrat Yildiz ê sala 1995’an hatibû destgîrkirin hatin ba hev. Dayik Hanîfe Yildiz bang li hêzên dewletê kir û got: “Hûn li pêşberî min ketî ne, ne mirov in.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 778'emîn de xwest çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin. Lê polisan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Dayik li ser vê yekê çûn kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) lê ye û çalakiya xwe li wir di bin dorpêça polisan de, li dar xistin. Dayikan tîşortên ku wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qurnefîl hilgirtin. Aktîvîstên mafên mirovan, parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglû, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn.

Berê daxuyaniyê, çîroka windayekê hat parvekirin û dayika Mûrat Yildiz ê aqûbeta wî hat pirsîn Hanîfe Yildiz, polîsan bi zorê di lêgerînê re derbas kirin. Li ser navê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û Dayikên Şemiyê Sebla Arcan daxuyaniya vê heftê xwend û çîroka Mûrat Yildiz ê di 23’yê Sibata 1995’an dema destgîrkirî hat windakirin parve kir.

Arcan, diyar kir ku Mûrat Yildiz ê 19 salî li Îzmîrê bi dayika re xwe re dijiya û wiha axivî: “Di kafeyekê de nîqaş derdikeve. Yildiz ji ber vê çeka di ber xwede derdixe û gule berdide esmana. Polîs li ser vê yekê dest bi lêgerîna Yildiz dikin. Rojek piştî wê polîs dayika Mûrat Yildiz Hanîfe Yildiz dibin qereqolê. Ji dayikê re dibêjin ‘ger Mûrat bê teslîm bibe, em ê te yekser berdin.’ Mûrat li ser vê yekê di 23’yê Sibata 1995’an de bi parêzer, pismam û dayika xwe re diçin Şaxa Asayîşa Ozkanlar a Bornova ya Îzmîrê. Yildiz li vê derê teslîmê komîser Ramazman Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî dibe. Ji wê rojê û vir ve bi tu awayî agahî ji Yildiz nayê girtin.”

Piştre dayik Hanîfe Yildiz, derbarê windakirina kurê xwe de axivî. Yildiz, da diyar kir ku dema hat çalakiya Dayikên Şemiyê, polîsan bi zorê ew di lêgerînê re derbas kirin û wiha bilêv kir: “Min kurê xwe ji bo we anî. Niha ji bo ewlekariya min hûn li ser min bigerin çiye, ne gerin çiye. Ez nizanim ku ez mirîme yan jî saxim. Ma gelo hûn dizanîn ka ez çi dijîm. Navê we mezin, dewleta we mezine, lê hûn li ber min pir biçûkin. Hûn ne mirovin. Ev baş zanibin. We çi ji lawê min ê 19 salî ku min bi hezar kedî mezin kiribû, kir? Gora wî li ku derê ye? Ma evqas zilm ne bese. Ez lanet jî li we neyînin. Ji ber ku hûn ne layîqê vê ne jî.” Dayik Yildiz piştî van axaftinên xwe ji ser hişê xwe çû û kesên derdorê hewl dan ku wê bînin ser hişê wê.

Kurê yek ji sembolên Dayikên Şemiyê Berfo Kirbayir (Diyaka Berfo) a 33 salan li kurê xwe Cemîl Kirbayir ê di 12’ê Îlona 1980’iyan de li mala xwe hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, geriya Mîkaîl Kirbayir jî, bi boneya salvegera 7’emîn a mirina dayika xwe axivî. Kirbayir, di axaftina xwe de wiha got: “Ez pir xemgînim ku nikarim ji dayika xwe re bêje min kurê te nedît. Dayê ez lêbûrîna xwe ji te dixwazim. Dayê min efû bike. Min nekarî ez lawê te ji bo te bînim.”

Dûre helbesta Hanîfe Yildiz a ji bo kurê xwe nivîsandibû hat xwedin û piştre çalakî bi dawî bû.