Jinan li Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da

TJA, ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê daxuyaniyek da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û rêxistina navçeye, aktivîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Berîtan Onen ve hat xwendin. Onen, diyar kir ku bişaftina ser ziman ji aliyê dewletên netew ve pêş dikeve û got ku pêwîste ku li her qadên jiyanê de zimanê dayikê bê axaftin.

Onen diyar kir ku dagirker ji bo şaristaniya kaptalîst bi polîtîkayên xwe yên bişaftin û rêbazên xapandinê jiyana xwe didin berdewamkirin û wiha pê de çû: "Ziman ji deh hezar salan zêdetir gav bi gav di merheleyên guhdarkirin, axaftin, nivîsandin û xwendinê de derbas bûye. Ziman eynik, çand û nasnameya gelan e. Weke tê zanîn ku di pêvajoya yekemîn de zarok ji dayikê guhdar dike û hînî ziman dibe. Navê cîh û waran ziman diyar dike û tê pênasekirin.

Onen bi anî ziman ku dema ku dewletên dagirker dixwazin neteweyekî ji holê rakin destpêkê ziman asîmîle dikin û ev tişt got: "Tu tişt ji îşkenceya ku bi asîmlasiyonê didomînin bandortir tune ye. Qirkirina çandî û ya hunerî civakê pûç dike, bê refleks dike. Berî her tiştî mirov ji mejî de vale û pûç dike. Hemû lebat û hestiyê laşê mirovan parçe parçe dike. Her wiha piştî pûçkirinê li gorî berjewendiyê xwe bi kar tîne û mirovan dike robot. Kesê ku ji zimanê xwe qut dibe, ji kêfxweşî, xemgînî, çand, polîtîka û azadiya xwe dûr dibe û di nava sîstemê de winda dibe."

Onen diyar kir ku çiqas deq û dolap li ser zimanê Kurdî hatibin meşandin jî ziman hebûna xwe parastiye û got: "Ji dîrokê heta roja îro gelên Kurdistanê li ser axa xwe bi dagirkerî û mêtîngeriyê re rûbirû hatine hiştin. Çiqas dek û dolab hene yekem li hemberî zimanê Kurdî hatiye bikaranîn. Piştre li hember Gelê Kurd, ji bo pişaftina gel her cure êrîşên hovane hatine kirin. Lê zimanê Kurdî ewqas zimanekî qedîme ku îro Gelê Kurd gihaştiye vê demê.”

Di dawiya daxuyaniyê de Onen bang li hemû Kurdan kir ku li dijî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê têbikoşin û wiha dawî kir: "Werin em bi hev re têkoşerê azadiya ziman bin ku em azad bibin. Heta zimanê dayikê ne azad be em ê têbikoşin xwe ji asimilasyon û oto-asîmilasyonê xwe bifilitînin. Bi vê boneyê em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û em bang li hemû Kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi Kurdî bihonin û bixemilînin."

Pişt re heman daxuyanî bi kirmanckî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Ayşan Kamiş Zengîn ve hat xwendin.