Li Dortmûndê jineke ji Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin-NÛ BÛ

Li Dortmûndê jineke ji Başûrê Kurdistanê ya bi navê Onalîa Çendy ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.

Jinan amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikir lê li Dortmûndê duh di destê êvarê de jina bi navê Onalîa Çendy a dayika 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe hate qetilkirin.

Hate ragihandin ku Çendy 24'ê Sibatê roja Duşemê ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hatiye qetilkirin.

Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Hê birîna jinên Şengalê yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê hatibûn qetilkirin û firotin, nehatiye jibîrkirin li navenda Ewropayê jineke ji Şengalê hatiye qetilkirin. Hêrsa me ya li hemberî feraseta mêrserwer zêdetir bûye. Ji bo ku jin neyên qetilkirin em soza xwe ya têkoşînê dubare dikin.”