JIN
Hemû Nûçe
-
TJK-E li dijî darbeyê banga çalakiyan kir
TJK-E'yê li dijî darbeya li Meclîsa Tirkiyê banga berxwedanê kir, ji bo çalakiyên 6'ê Hezîranê xwest ku her kes tev li çalakiyan bibe. -
Meclîsa Jinan a Berçem alîkariya maskeyan da dibistanê
Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê jinên Kurdistanî piştî ku dibistan hatin vekirin maskeyên ku wan hilberandin dane dibistanekê. -
Guven jî hate girtin
Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Guven jî hate girtin. -
Li Tirkiyeyê di pêvajoya şewbê de herî kêm 51 jin hatin qetilkirin
Meclîsên jinan dan xuyakirin ku di navbera 11’ê Adarê û 20’ê Gulanê de 51 jin hatine qetilkirin. -
TJK-E: Bi xweparastinê wê bersiv ji êrişên li Efrînê re bê dayin
TJK-E li ber êrişên li Efrînê yên li dijî jinan rabû û diyar kir, "Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd wê mîna her carê di vê demê de jî bi xweparastinê bersivê bide zîhniyeta tecawizkar mêtinger." -
Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Efrînê dewam dikin-NÛ BÛ
Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jinên li Minbic, Heleb û Şehbayê daketin qadan, binpêkirinên mafan ên li Efrîn û êrîşên li ser jinana şermezar kirin. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê ji bo Efrînê banga hevgirtinê kirin
Rêxistina Jinên Kurd a Viyan a li Moskovayê derbarê hovîtiya li ser jinên Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bang li Rûsya û saziyên navneteweyî kir. -
Komeleya Jinan a Rosayê: Bêmoralbûn kirine endamtiya rêxistinê
Komeleya Jinan a Rosayê derbarê zext û girtina ku polîsan kiribû, diyar kir ku hemû xebatê wan li gorî rêziknameya wan e. Li gorî daxuyaniyê de ‘bêmoralbûn’ wekî endamtiya rêxistinê hatiye hesibandin. -
Newaya Jin: Desthilatdariya nebaşiyê li ser kar e
Rojnameya jinan Newaya Jin hejmara xwe ya 183'emîn bi manşeta "Desthilatdariya nebaşiyê li ser kar e" weşand. -
KJK’ê ji bo George Flyod daxuyanî da
Koordînasyona KJK’ê: Em vê cînayeta nijadperest şermezar dikin a ku ji aliyê hêzên dewletê hatiye kirine. -
TAJÊ derheqê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û bang kir her kesî li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe derxîne. -
Li Rezanê jinek hate kuştin
Li navçeya Rezanê ya Amedê jinek bi êrîşa çekdarî hate kuştin. -
Sîwana Jinên Êzidî: Qetilkirina Besma E. ne qeza ye
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî li ser Besma E. ku 15'ê Nîsanê ji hêla hevserê wê C.E ve li Elmanya hatibû kuştin nameyek nivisîn û xwestin ku kuştina Besma E. bi rengekî bê kêmasî were zelalkirin. -
Li Hannoverê jinan qeyûm protesto kirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyên HDP’ê jinan protesto kirin. -
Li Stuttgartê ji bo piştevaniya bi Komela Jin a Rosa re çalakî
Êrîşa li dijî aktîvîstên Komela Jin a Rosa û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd, li bajarê Stuttgart a Elmanyayê ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Meryem û aktîvîstên Jinên Ciwanên Azad ve hatin protestokirin. -
Başaran: Em ê tu caran gav paşve neavêjin
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî jinan da û got; “Em ê tu caran ji destkeftiyên ku me bi kedeke mezin bidestxistî, paşve gav neavêjin.” -
YJA-STAR: Em rêhevala xwe Zîn Avesta bi hurmet bi bîr tînin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê Zîn Avesta li Dêrsimê ji ber penceşerê şehîd bûye. -
Başaran: Wê jin bêdeng nemînin!
Parlementera HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku êrîşên li ser rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê li dijî têkoşîna jinan e. Başaran diyar kir ku wê jin li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. -
Jinên Kurd wê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bide rawestandin
Komîsyona Jinan a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rozayê şermezar kirin û da zanîn ku ev êrîş li hemberî hemû jinan hatiye kirin, divê hemû jin xwedî li îrade û têkoşîna xwe derbikevin. -
Li Baselê operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin
Li bajarê Basel a Swîsreyê endamên Meclîsa Jin a Ronahî, girtin û operasyona qirkirina siyasî ya li dijî saziyên jinan yên Amedê protesto kirin. -
Fermandara HPJ'ê Berfîn Denîz: Divê jin ji xwe bawer bin
Fermandara HPJ'ê Berfîn Denîz diyar kir ku ew bi biryar in pêşengiyê ji jinên Kurd, Belûc, Îranî û Ereb re bikin û got, "Em bawer in ku bi pergala xwe ya ku di kongreyê de nîqaş kir, em ê vê îradeyê di nava jinan de geş bikin." -
Aktivîstên jin ên girtî peyamek şandin
Komeleya Jinê ya Rosa peyama 9 endamên ku di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê de hatibûn girtin weşand. Di peyamê de ev hate gotin: “Bila baş bizanin ku çi dikin bila bikin em dev ji gotina; ‘Qetilkirina jinê polîtîk e’ bernadin.” -
Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê: Em êrîşên li ser jinan şermezar dikin
Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî jinan e û nûnertiya nasnameya faşîst dike. -
KJAR'ê encamnameya kongreya 3'emîn eşkere kir
KJAR'ê encamnameya kongreya xwe ya 3'emîn eşkere kir ku di navbera 2 û 4'ê Nîsanê de bi şiyara "Bi rêxistiniya jinên Rojhilat em dikarin neteweya demokratîk ava bikin" hate lidarxistin. -
Polîsan mala dayika aştiyê belawela kirin
Dewleta Tirk duh operasyoneke qirkirina siyasî kiribû, dayika aştiyê Havva Kiran a 65 salî destgîr kiribû û mala wê belawela kiribû. Polîsan mala Kiran jî belawela kirin.