Komeleya Jinan a Rosayê: Bêmoralbûn kirine endamtiya rêxistinê

Komeleya Jinan a Rosayê derbarê zext û girtina ku polîsan kiribû, diyar kir ku hemû xebatê wan li gorî rêziknameya wan e. Li gorî daxuyaniyê de ‘bêmoralbûn’ wekî endamtiya rêxistinê hatiye hesibandin.

Komeleya Jinan a Rosayê derbarê operasyona di 22’ê Gulanê de ya ku gelek endamên wan hatibû gitin, îro daxuyanî da.

Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên OHD’ê jî di nav de gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Desteya Rêvebir a Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Gozde Engîn jî bal kişand ser sûcdariyên li dijî 12 kesan.

Engîn diyar kir ku ev çalakiyên ku ‘sûc’ hatine hesibandin, hemû jî bi destûra walî hatine kirin û li gorî prosedura qanûnî ne.

Engîn got ku “Ji roja ku komeleya me vebûye û heta niha em rapora çalakiyên xwe eşkere dikin û diyar dikin ku em li pişt van çalakiyên xwe ne. Ji roja ku komeleya me vebûye 160 jinan serî li me dane û 44 jinan di dema pandemiyê de serî li me dane.”

Engîn bal kişand ser vî tiştî ku axaftina telefonê jî sûc hatiye hesibandin û got ku, “Di qeydeke telefonê de, dema hevaleke me ji seroka komeleya me dibêje tu çawa yî , ew jî dibêje ‘Moralê min tune, ji dema ku hişyar bûme, li ser medyayê rastî nûçeyên şer hatime.’ Ji ber vê gotinê a niha seroka me tê darizandin.”

Engîn bal kişand ser vî tiştî ku bi van operasyonan re dixwazin dengê Kurdan were birîn û got ku “Em li pişt çalakiyên xwe ne. Heta niha me çi kiribe, em ê ji niha û şûnde jî bidomînin.”