Başaran: Wê jin bêdeng nemînin!

Parlementera HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku êrîşên li ser rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê li dijî têkoşîna jinan e. Başaran diyar kir ku wê jin li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.

Parlementera HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, êrîşên li ser rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê ji ANF’ê re ragihand.

Başaran bal kişand ser vî tiştî ku ev operasyon ne bi tenê li dijî endamên komeleyekê ne û ev tê wateya êrîşên li ser têkoşîna jinan.

Başaran got ku “Êrîş û operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê ne bi tesaduf e. Ji ber ku ev sazî her dem li ba jinan e, alîkariya psîkolojîk û hiqûqî dide jinan.  Li dozgeriyê ji jinan hatiye pirsîn ‘Hûn çima tevlî 8’ê Adarê bûne?’ û hûn çima dibêjin ‘Cînayetên li ser jinan polîtîk e’. Di vir de em dibînin her tişta ku dibe bingeha têkoşîna jinan wekî sûc tê qebûlkirin.”

POLÎTÎKAYA DESTHILATDARIYÊ ÇEWISANDINA JINAN E

Başaran diyar kir ku desthilatdarî bi van êrîşan re dixwaze jinan bêyî parastin bihêle û got ku “Desthilatdarî saziyên jinan dike hedef. Polîtîkaya desthilatdariyê ev e ku jin bila stûyê xwe xwar bikin, heke jin stûyê xwe xwar neke jî dibêje bila şîdet li ser wan were kirin. Ji ber vê jî êrîşên li ser Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê tê wateya ku êrîşa li ser têkoşîna hemû jinan. Îro qala pêşnûmaya efûya li ser îstîsmarkar û tecawizkaran tê kirin û bi vê re ji Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê re dixwazin bibêjin ‘bêdeng bimînin’. Lê têkoşîna jinan ne têkoşîneke wisa ye ku bi êrîşên wisa bi paş ve gavan biavêje. Ji bo ku mêrekî şîddet kiriye were darizandin Jin bi mehan çalakiyan li dar dixînin. Ji ber vê jî slogana me ya ‘Em bêdeng namînin, natirsin û stûyê xwe xwar nakin’ kurteya têkoşîneke tijî berxwedan e.”