Ji bo pişgiriya QSD û YPJ’ê 7 tabûrên parastinê hatin avakirin

Meclisa Gel a taxên Hilîliyê û Aşûriyê yên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya QSD û YPJ’ê û parastina herêmên xwe 7 tabûrên din ava kirin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO’yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar bûn, gel ji bo parastina axa xwe tabûrên parastinê ava dikin. Meclisa Gel a taxên Hilîliyê û Aşûriyê yên bajarê Qamişlo, ji bo piştgiriya QSD û YPJ’ê 7 tabûrên din ên girêdayî Hêzên Parastina Civakî (HPC) ava kirin.

Li parka Rêber Abdullah Ocalan a taxa Hilîliyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Salîha Silêman ve xwendin.

Daxuyaniya duyem jî ji aliyê endama Desteya Aborî Medya Osê bi zimanê Erebî, ji aliyê endamê PYD’ê Mihemed Ebdurezaq Ehmed ve bi zimanê Kurdî li tesîsa werzîşê ya Heysem Kiço ya li taxa Aşûriyê hat xwendin.

Di  her du daxuyaniyan de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hat diyarkirin ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê heya dawî û destketiyên şoreşê biparêzin.

Di daxuyaniyê de berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ya li Bendava Tişrînê hat silavkirin û hat diyarkirin ku ew ê di çarçoveya seferberiyê de li kêleka berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê bisekinin.

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Bi dirûşmeya her gund, kolan, tax û bajar em xwe bi rêxistin bikin, destkeftiyên şoreşê bigihînin serkeftina jiyaneke demokratîk. Em avakirina 3 tabûrên di bin sîwana HPC’ê de ji raya giştî re radighînin û diyar dikin ku her tim em ê xwe li ser esasê parastina cewherî biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”

Di dawiya merasîmê de alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” hatin berzkirin.