BI DÎMEN

Alîgirên St. Pauli: Rojava biparêzin, dawî li şerê Erdogan bîne

Alîgirên St. Pauli ku yek ji tîmên Bundeslîgayê ye, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên di maça ewil a sala 2025'an de, pankarta mezin a bi nivîsa "Rojava biparêze, dawî li şerê Erdogan bîne” vekirin.

Di maça yekemîn a sala 2025’an di navbera St Pauli û Eintracht Frankfurt de li stadyûma Millerntor a bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hat lîstin. 
Alîgirên St. Pauli pankarta "Rojava biparêze, dawî li şerê Erdogan bîne” vekirin. Alîgirên St. Paulî ku bi sedan alên YPG û YPJ'ê hilgirtin û wêneyê mezin ê şervana YPJ'ê jî vekirin.

Alîgiran xwestin balê bikşînin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava û xwestin demildest êrîşên li ser Rojava bên rawestandin.