Li Stuttgartê ji bo piştevaniya bi Komela Jin a Rosa re çalakî

Êrîşa li dijî aktîvîstên Komela Jin a Rosa û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd, li bajarê Stuttgart a Elmanyayê ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Meryem û aktîvîstên Jinên Ciwanên Azad ve hatin protestokirin.

Jinan bi çalakiya li Schhossplatz a Stuttgartê kirin, operasyonên qirkirina siyasî jî protesto kirin.

Jinên ku zextên li ser Komela Jin a Rosa protesto kirin, pankarta bi nivîsa, “Êrîşên li dijî tevgera jinan rawestînin!” û “Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî” vekirin.