Li Hannoverê jinan qeyûm protesto kirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyên HDP’ê jinan protesto kirin.

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî li bajarê Hannover ê Elmanyayê dagirkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de darbeya qeyûman weke bêexlaqiya siyasî pênase kirin. Diyarkirin ku di serî de heta Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad nebin wê çalakiyên wan bidome.

Çalakî bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistan re statû’, ‘ Ji bo hemû girtiyên siyasî azadî’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hatin qîrkirin.