TJK-E li dijî darbeyê banga çalakiyan kir

TJK-E'yê li dijî darbeya li Meclîsa Tirkiyê banga berxwedanê kir, ji bo çalakiyên 6'ê Hezîranê xwest ku her kes tev li çalakiyan bibe.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî darbeya li Meclîsa Tirkiyê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate goitn, ''Dewleta TC'ê tim hewceyî bi 'mekanîka darbeyê' çêbûye û diyar kir, ''Rastiya Tirkiyê ya 100 salî ji her alî ve halê darbeyê ye û rêveberiya darbeyê ye.''

TJK-E-'yê got, ''Ji vî karakterê dewletê herî pir Kurdên ku bi dirûşma, 'Berxwedan Jiyan e'' li ber xwe dane derb xwaarine'' û bal kişande ser girtina wekîlên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari.

TJK-E'yê bal kişande ser berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a 2018'an di çalakiya Girêva Birçîbûnê de û got, ''Îro di şexsê Guven de ji jinên Kurd ên ku ji xwe ya nayên xwarê, bi her şertî têkoşîna xwe didomînin tol tê hildan.''

TJK-E'yê li dawiya daxuyaniyê bang li gelê Kurd, jinên Kurd, feminîsta, derdorên çepgir ên demokrat kir ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin, bang kir ku tevlî çalakiyên 6'ê Hezîranê bibin ku bi dirûşma, ''Her roj çalakî her roj Kurdistan'' wê pêk were û got, ''Em dizanin, vîna ku dibêje, ''berxwedan jiyan e'' wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe.''