Meclîsa Jinan a Berçem alîkariya maskeyan da dibistanê

Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê jinên Kurdistanî piştî ku dibistan hatin vekirin maskeyên ku wan hilberandin dane dibistanekê.

Xebatkarên Meclîsa Jinan a Berçemê ya Gîessenê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê hatin cem hev û maske çêkirin. Li ser navê meclîsê Ayşe Marangoz maskeyên ku çêkirin ddane midûrê Goethe Schule  Gîessenê, ku ev dibistan 125 sal in perwerdehiyê dide

Midûrê Dibistanê Muscheîd got, ''Em pir kêfxweş in. Hewcehiya me bi van maskeyan hebû, di vê pêvajoyê de ku wê dibistan vebin. Li vir hê bêhtir zarokên ku bêhtir jiyana wan a sosyal kêm, perwerde dibînin. Ji ber vê, ji ber vê alîkariya Kurdan malavaniyê dikim.''