Polîsan mala dayika aştiyê belawela kirin

Dewleta Tirk duh operasyoneke qirkirina siyasî kiribû, dayika aştiyê Havva Kiran a 65 salî destgîr kiribû û mala wê belawela kiribû. Polîsan mala Kiran jî belawela kirin.

Polîsên Tirk duh girtibû ser malên endamên HDP,DBP, TJA, Komeleya Jinan a Rosayê û dayika aştiyê Havva Kiran.

Di operasyona qirkirina siyasî de Zelal Bîlgîn, Ayla Akat Ata, Nevrîye Çûr û Nazîrê Tûrsûn duh bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.

Adalet Kaya, Narîn Gezgor, Fatma Gultekîn, Gulcîhan Şîmşek, Mehmet Arslan, Ozlem Gunduz, Remziye Sizici, Gonul Aslan, Veysî Kûzû, Sevîm Coşkûn, Mehmet Alî Altinkaynak û Celal Yoldaş jî hatibûn girtin. Dayika Aştiyê Havva Kiran jî cezayê 'mayîna li malê' lê hatibû birîn.

Derket holê ku polîsan dema girtine ser mala Havva Kiran, mala wê belawela kirine.

Kiran bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, gelek caran êşkence lê hatiye kirin û hatiye destgîrkirin.