Li Berlînê ji bo şehîdên Parîsê mitîngek hate lidarxistin
Li paytextê Elmanya Berlînê, Komkujiyên Parîsê yên bi destê dewleta Tirk hatin kirin, hatin protestokirin.
Li paytextê Elmanya Berlînê, Komkujiyên Parîsê yên bi destê dewleta Tirk hatin kirin, hatin protestokirin.
Li bajarê Berlînê ji bo şehîdên her du Komkujiyên Parîsê mitîngek hate lidarxistin.
Mitînga ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Danê ve hate lidarxistin, li Qada Alexanderplatzê bi merasîma rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
TJK-E’yê di çalakiyê de daxuyaniyek da û ev yek anîn ziman: ‘’Şehîdên her du Komkujiyên Parîsê weke sembolên têkoşîna azadiya jinên Kurd û şoreşa cîhanî ya jinan tên bibîranîn. Jiyana van şoreşgeran, ji têkoşîna azadiyê re bûne çavkaniya îlhamê. Komkuji aliyê hêzên hegemonîk ve hatin kirin.
Şoreşa Jinan ya li Rojava tevî êrîşên hêzên weke dewleta Tirk jî mezin dibe û ji hemû cîhanê re dibe îlham. Jin û şoreşgerên Kurd, li hemberî zext û qirkirinan têkoşîna xwe didomînin û bibiryar in ku sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan.’’
Piştre Nûrê Alkiş li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî axivî û got: ‘’Nedarizandina kujerên komkujiya di 9’ê Çileyê de rê li ber komkujiya duyem vekir. Ji ber vê yekê Komkujiya Parîsê ya duyem pêk hat. Girêdayî vê yekê em weke jinên Kurd em her ku derê jî bin em ê daxwaza edaletê bikin.’’
Di axaftina li ser JXK’ê de jî ev yek hatin gotin:
‘’Em weke tevgera jinan a li Berlînê şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr tînin û balê dikşînin ser rola wan ya di têkoşîna azadiyê de. Weke berdewama van komkujiyan li Rojava, Başûr û Rojhilat li hemberî jinan tundiyeke sîstematîk xwe nîşan dide.
Bingeha tundiya li ser jinan weke tundiya baviksalariyê, emperyalîzm, nijadperestî û faşîzmê tê pênasekirin. Tevî van zextan hemûyan jî têkoşîna jinên Kurd ya ji bo azadiyê berdewam dike.’’
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên; "Sara Rojbîn Ronahî", "Jin Jiyan Azadî" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.