TJK-E: Bi xweparastinê wê bersiv ji êrişên li Efrînê re bê dayin

TJK-E li ber êrişên li Efrînê yên li dijî jinan rabû û diyar kir, "Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd wê mîna her carê di vê demê de jî bi xweparastinê bersivê bide zîhniyeta tecawizkar mêtinger."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê li dijî jinan dikin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê d ehate gotin, "Dewleta Tirk qanûn, hiqûq û pîvanên navneteweyî hemûyan binpê dike û zêdeyî du sal in di serî de li Efrînê li xaka Rojava bi rêya çeteyên xwe şerekî nerewa dimeşîne. Rûyê qirêj ê vî şerî roj bi roj bêhtir xuya dibe.

Dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete ji ji demografiya Efrînê heta çanda wê, ji dîroka wê heta erdnîgariya wê êrişên dagirkeriyê û tunekirinê dimeşîne. Ev êriş ji sûcê li dijî mirovahiyê jî wêdetir, êrişek li dijî sîstema konfederal a demokratîk e ku bi pêşengiya jinê hatiye afirandin.

DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDE KU DEWAMA ZÎHNIYET DAÎŞ'Ê YE

Xweranegirtina li sîstema azadîparêziya jinê û helwesta êrişkar a mêtingeriya dewleta Tirk bi taybetî êrişê dibe ser jinan. Dewleta Tİrk ji destpêka sala 2018'an dema destpêkirina dagirkeriya mêtinger û vir ve bi rêk û pêk destketiyên gelê Kurd ê li wir tune dike, êrişê dibe ser gelê sivîl bi taybetî jî li dijî jinan komkujiyan dike. Dewleta Tirk bi vê nêzîkatiya xwe nîşan da ku ew dewama zîhniyeta DAÎŞ'ê ye. Revandina jinan, destavêtina li wan û kuştina wan, bûne mîna karê rojane yê hêzên mêtinger.

Herî dawî di dîmenan de yên ku leşkeran li medya civakî parve kirin, tê dîtin ku jinên dîl hatine girtin li devereke mîna kampên komkirinê li hev hatine civandin, bi zorê, êşkence û tacîzê wan dibin devereke cuda. Tê zanîn ku dewleta Tirk mîna DAÎŞ'ê ji van kiryarên xwe yên hovane serbilind e û ji bo dost-dijmin her kes bibîne diweşîne. Dewlet û saziyên navneteweyî yên li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng in û kiryarên li Efrînê ji nedîtî ve tên bi qasî Tirkiyeyê ji vê hovîtiyê berpirsyar in.

Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd mîna her carê wê niha jî bi xweparastinê bersiva pêwîst bide zîhniyeta tecawizkar a mêtinger ku li dijî gel û jinên Kurd tevdigere. Em jî bi navê jinên Kurdistanî yên li Ewropayê, vê zîhniyeta tecawizkar a çeteyên noker û delweta Tirk şermezar dikin û bang li gelê xwe, jinan, raya giştî ya navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û li dijî zilm û mêtingeriya li Efrînê helwestê nîşan bidin."