Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê: Em êrîşên li ser jinan şermezar dikin

Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî jinan e û nûnertiya nasnameya faşîst dike.

Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li ser jinan û saziyên jinan şermezar kir.

Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hikumeta AKP û MHP’ê rûyê xwe yê faşîst her roj nîşan dide. Ji roja ku ev hikumet hatiye ser desthilatdariyê tecawizî bi hezaran jinan hatiye kirin, bi hezaran jin hatine qetilkirin. Jinên li hemberî vê feraseta tecawizkar têkoşiyane jî hatine girtin.

Di demên dawîn de kujerên tecawizkar û dijminên gel berdane û dijminatiya li ser jinan careke din nîşan dane.

Jinên ku roj bi roj bi berxwedanê xurt dibin û pêşengiya jiyana bedew dikin, bûne kabûsên feraseta mêrane ya AKP û MHP’ê. Ji ber ku jiyan bi berxwedana jinan xweşiktir dibe û ev tişt tê wateya dawiya feraseta mêrane ya faşîst.

Herî dawîn endamên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê girtin. Ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin. Bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, em ê van êrîşan pûç bikin.

Em Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê van êrîşên li ser jinan şermezar dikin, dixwazin Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê werin berdan. Em bang li hemû jinan û rêxistinên jinan dikin ku, li hemberî van êrîşên li ser jinan bila dakevin qadên berxwedanê. “