Jinên Kurd ên li Rûsyayê ji bo Efrînê banga hevgirtinê kirin

Rêxistina Jinên Kurd a Viyan a li Moskovayê derbarê hovîtiya li ser jinên Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bang li Rûsya û saziyên navneteweyî kir.

Saziya Viyanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Ev nêzî 3 salan e kantona Efrînê hatiye dagirkirin. Ji roja ku ev dagirkerî hatiye kirin qetlîam, talan, revandin û tecawiz didome. Armanca dewleta Tirk ev e ku Kurd ji warên xwe derkevin, li şûna wan Ereb û Tirkmenên li Sûriyeyê werin bicihkirin.

Armanca vê polîtîkayê guherandina demografiyê ye. Ji bo ku civakê bidin koçkirin jin tên revandin, bi darê zorê tên zewicandin û tecawizî wan tê kirin. Ji bo li ser civakê tirsê ava bikin jinan dikin hedef.

Em diyar dikin ku ev êrîşên li ser jinên Kurd di çarçoveya polîtîkaya jenosîtê de ye û em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.

Rûsya di serî de em bang li raya giştî ya dinyayê dikin ku bila li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemînin. Divê NY, YE, saziyên civakî yên sivîl, tevgerên jinan û rêxistinên mafên mirovan li hemberî polîtîkaya tecawizê ya dewleta Tirk bêdeng nemînin.”