Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Efrînê dewam dikin-NÛ BÛ

Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jinên li Minbic, Heleb û Şehbayê daketin qadan, binpêkirinên mafan ên li Efrîn û êrîşên li ser jinana şermezar kirin.

Bi dehan endamên Mecîlsa Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo balê bikişînin ser sûcên hêzên dagirker ên li dijî jinên Efrînê hatin ba hev û ji bo raya giştî daxuyaniyek da.

Nûnera Buroya Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Nehla Ehmê bi zimanê Kurdî û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola jinan a 9 salên dawî di avakirina civakeke demokratîk û azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û berxwedana wan a ji bo pêşxistina civakê.

Her wiha sûcên li dijî jinên ciwan, ji êrîşa cinsî, revandina, zewaca bi zorê hatin şermezarkirin.

Jinên ciwan bang bang li rêxistinên jinan û yên mirovî kirin ku li hemberî dagirker û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirerk û çeteyên wê bisekinin.

MINBIC

Hevseroka YekÎtiya Rewşenbîran a Minbicê Fatma El-Hemîd bi amadebûna bi dehan jinan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herêma Efrînê ji Adara 2018`an ve rastî binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê têne. Dagirkeran şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin û binpêkirinê dermirovî dûrî nirxên mirovî û rêgezên exlaqî li dijî sivîlan pêk tînin.

Di daxuyaniyê de rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê û gundewarê wê sûcên li dijî jinên Efrînê, tundiya li dijî wê hatiye kirin şermezar kirin. Hate diyarkirin ku li gel ku pandemiya Korona li cîhanê belav dibe, pêkanîna qanûnên qedexeya derketina derve, berdewamkirina jinê têkoşîna xwe da ku azadiya xwe bidest bixe, di van rojan de asta tundiya li dijî wê zêde bûye.

Jinan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku dîmenên jinên tazî yên di girtîgehên dagirkeriyê de dinya hejand û hate gotin: "Heta niha ew jin û gelek jinên din girtî ne nehatine berdan. Ev kiryarên çeteyên li dijî nirx û pîvanên mirovahiyê ne û îhanetek di kesayeta jina Kurd de ye ya ku pêşengiya şoreşa mirovahiyê kiriye. Hewldaneke ji bo têkibirina vîna jina Kurd a azad û destdirêjiyek li dijî nirxên mirovahiyê ye. Tirkiyê di vî warî de xwedî dîrokek reş e."

Jinan sûcên li dijî jinên girtî yên li Efrînê şeremzar kirin û gotin, girtin binpêkirineke li dijî mafê jiyana jina azad , têkoşîna li hemberî tundiyê erka hemûiyan .

Di dawiyê de rêxistinan diyar kir ku ew bêdengiya rêxistinên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan û sûcên li dijî jinê têne kirin red dikin. Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê kir ku helwestên cidî û diyar li dijî van sûcan nîşan bidin û komîteyên ku rastiya bûyerên li Efrînê rû didin eşkere dikin, ava bikin.

HELEB

Li Helebê bi pêşengtiya Kongreya Star meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi dirûşmeya "Em ê asta têkoşîna xwe li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî vîna jina azad mezin bikin" hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye beşdarî meşê bûn.

Meş ji beşa rojavayê taxa Şêx Meqsûd destpê kir. Di meşê de dirûşmên ku binpêkirinên dagirkera Tirk şermezar dikin, berxwedana jinê silav dikin hatin berzkirin. Her wiha wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Şênî di nav kolanên taxê de heta çarxerêya şehîd Gulê Selmo meşiyan. Meş li ber çarxerêyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Raperîn Heleb axivî û binpêkirinên dagirkeran li dijî jinan li Efrînê şermezar kirin.

Raperîn destnîşan kir ku divê gel ji bo azadiya xwe bê deng nemîne û piştgiriya hev du bike. şêniyên Efrînê ne bi tenê ne û Erdogan dê berdêla kiryarên xwe duqat bide.

Raperîn destnîşan kir ku dagirker ji vîna jina azad ditirsin. Cîhan hemû ketiye ferqê ku şoreşa bakurê Sûriyê bi pêşengiya jinê biser ket.

Di mitîngê de endama Kongreya Star Senaa Mihemed Elî axivî û diyar kir ku rojane êrîşên hovane li ser şêniyên Efrînê tên kirin. Jin jî berdêla herî mezin dide. Bûyerên di vê dawiyê de li Efrînê çêbûne, rastiya sûcên di girtîgehan de rû didin eşkere kirin.

Senaa bang li civaka navdewletî û tevahiya rêxistinên jinan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin da ku dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê bidawî bikin û komîteyekê girêdayî NY`yê ava bikin ji bo ku sûcdarên wan sûcan muhesebe bikin.

Mitîng bi berzkirina sloganên silavkirina têkoşîna jinê û şermezarkirina dagirkera Tirk bi dawî bû.

ŞEHBA

Bi pêşengtiya Kongreya Star a herêma Efrînê meşeke girseyî bi beşdarbûna bi hezaran kesî hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya navenda Şaredariya Gel a kantona Efrînê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê yê Şehbayê destpê kir û di kolanên sereke yên navçeyê geriya.

Di meşê de pankartên mîna "Berxwedana me hêza me ye û şehîdên me pêşengên me ne", "Ji bo azadiya jinê em têdikoşin", "Ji bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirk a li bakurê Sûriyê re na", "Ji binpêkirin, êşkencekirin û revandina jinan re na", "Paqijiya etnîkî ya li Efrînê rawestînin", "Kujer Erdogan îxtiyar û astengdaran nas nake", "Dagirkerî tundî ye" û "Bi ruhê berxwedana Hevrînan em dagirkerî û faşîzmê têk bibin" hatin vekirin. Her wiha alên Kongreya Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên jinên Efrînê yên bûne qurbaniyên binpêkirinê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û wêneyên jinên ji aliyê çeteyên "Furqet El-Hemzat" ve hatin revandin, hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên silavkrina berxwedana jinê û şeremzarkirina dagirkeriyê û sûcên li dijî jinan qîr kirin.

Meş li qada kampa Serdemê rawestiya. Li vir şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Dalya Henan axivî. Dalya êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kantona Efrînê û bakurê Sûriyê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşan şermezar kir û got: “Herêma Efrînê spartgeha ewle ji bo hemû welatiyên Sûriyê bû, lê niha ji aliyê civaka navnetewî ve nehatiye parastin, berovajî wê asta tundiyê lê zêde dibe. Çeteyên Tirkiyê sûcên şer û sûcên der mirovî lê pêk tînin, jinan direvînin, digirin, li dijî wan hemû cûre tundî û zulmê tê kir."

Dayla anî ziman ku ev kiryar sûcên şer e divê civaka navdewletî hesab ji Tirkiyê bixwaze.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê Sureya Hebeş jî axivî, îşaret bi binpêkirinên hêzên dagirker ên li dijî goristanên şehîdan û cihên pîroz kir û got: "Gorên şehîdên me yên ku canê xwe dane û bi xwîna xwe ya paqij ev xak av dane têne texrîbkirin. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan em bang li hemû rêxistinên navnetewî dikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re deynin û ji ber sûcên ku dikin hesab jê bixwaze."

Sureya Hebeş bang li hemû jinên herêmê û yên cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin serhildanan û li dijî tundiya li ser jinan tê kirin rêza xwe bikin ye.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.