Başaran: Em ê tu caran gav paşve neavêjin

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî jinan da û got; “Em ê tu caran ji destkeftiyên ku me bi kedeke mezin bidestxistî, paşve gav neavêjin.”

Bi beşdarbûna Komeleya Jinan a Rosa, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê, Meclîsa Jinan a  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),  Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MED TUHAD-FED'ê (Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Cezawariyan a MED'ê) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û bûyerên dawî nirxand.

‘LI TIRKIYEYÊ TIŞTEKÎ NORMAL NEMAYE’

Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser destgîrkirin û girtina rêveberên Komeleya Jinan a Roza û TJA'yê û wiha berdewam kir: "Hefteya borî 18 kesên ku piraniya wan ji jinan pêk tê, hatin destgîrkirin. Piraniya jinan rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Aktîvîstên TJA'yê bûn. Armanca van hevalên me avakirina welatekî demokratîk û hiqûqê bû. Parastina mafê jinê bû. Li Amedê yekane komeleya jinan bû. Bi rejîma cûnta serê sibê hevalên me li malên wan destgîrkirin. Desthilatdarî  bi manupulasyonan dixwaze xebatên jinan û komeleyan terorîze bikin. Di vê operasyona darbeyê de pirsa 'We çima 8'ê Adarê oragîze kir? Hûn çima mafê jinê diparêzin? Hûn çima dibêjin aştî? Hûn çima dixwazin tecrîd bi dawî bibe? Hûn çima pergala Hevserokatiyê diparêzin? Hûn çima dibêjin Gulistan Doku li ku ye?" û gelek pirsên din hate kirin. Erka desthilatdariyê ne ew e ku xebatên jinan bidarizîne. Erka hikûmetê ewe ku pirsgirêkên civakê çareser bikin." 

‘MAFÊ JINAN Ê PARASTINÊ TÊ BINPÊKIRIN’

Başaran, da zanîn ku di destgîrkirina jinan bi dehan dosyayên jinên serî li Komeleya Jinan dane jî desteser kirin û wiha got: "Divê ev dosya veşarî bên girtin.  Lê bi desteserkirina dosyayan mafê jinan ê arastinê jî binpê kirin. Ev êrîş ne tenê li dijî jinê Kurd e. Ji pirsan ku hatin pirsîn jî xuya dibe ku ev êrîş li dijî hemû jinên Tirkiyeyê ye. Li dijî hemû jinên cîhanê ye. Ger ku parastina aştiyê sûc be, em jî wî sûcî dikin. Ger ku parastina wekheviya jin û mêr sûc be, em jî wî sûcî dikin. Em jin li dijî van hemû tiştan em ê jinê biparêzin û li djiî îstîsmara zarokan derkevin. Em qet û qet tu caran gavan paşve navêjin." 

‘EV ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ JINAN E’

Ayşe Acar Başaran, herî dawî bang li hemû rêxistin û jinên di nava partiyan de kir û got: "Ez bang li hemû jinên ku têkoşîna jinan dimeşînin dikim. Ev êrîş ne tenê li dijî jinên Kurd, Rosa û HDP'ê ye. Ev êrîş li dijî hemû jinan e. Hemû jinên AKP, MHP; CHP û divê hemû jin li dijî van êrîşan bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin. Em li dijî hewldana mêr a asayîkirinê bi destê jinan jiyanek asayî ku bê jiyîn ava bikin."