Di sala 2024’an de li Ewropayê serlêdanên penaberiyê ji sedî 12 kêm bûne

Li gorî daneyên Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê, di sala 2024’an de li Ewropayê hejmara serlêdanên penaberiyê ji sedî 12 kêm bûne.

Hejmara serlêdanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê (YE), Norweç û Swîsreyê di sala 2024’an de nêzîkî ji sedî 12’yan kêm bûne. 

Li gorî Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA) ku navendê wê li Maltayê ye, ji bo penaberiyê 1.008 milyon serlêdan hatine kirin.  

Di sala 2023’yan de 1,14 milyom serlêdan çêbûne lê belê di navbera salên 2017-2022’yan de hejmara serlêdanên penaberiyê hin caran ji milyonekî kêmtir bûne. 

Li gorî saziya penaberiyê, piraniya serlêdanan ji aliyê welatiyên Sûrîyeyê (ji sedî 15), Efxanistanê (ji sedî 8,7),  Venezûela (ji sedî 7,3) û Tirkiyeyê (ji sedî 5,5) hatine kirin. 

Serlêdan herî zêde ji bo Elmanyayê çêdibin ku di sala 2024’an de 235 hezar û 925 kesan li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine.  Dîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF) ROJA Pênçşemê ragihand ku piraniya wan ji Sûriye, Efxanistan û Tirkiyeyê bi tevahî 229 hezar û 751 serlêdanên penaberiyê çêbûne. Ev yek nîşan dide ku li vî welatî li gorî sala 2023’yan di serlêdanên penaberiyê de kêmbûneke ji sedî 30,2 çêbûye. 

Di sala 2024’an de li YE’yê têkildarî kêmkirina serlêdanên penaberiyê gelekî hewldan hebûn.

Di nava van hewldanan de zêdekirina kontrola sînorên di nava herêma Schengenê,  pergalên çavdêriyê yên nû, bi rêya çîtan berfirehkirina parastina sînoran û peymanên li gel welatên transît ên weke Misir û Tûnisê hene.

YE dixwaze di demeke kurt de bi Ûrdin û Fasê re jî du peymanên koçberiyê îmze bike.