Jinên Kurd wê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bide rawestandin

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rozayê şermezar kirin û da zanîn ku ev êrîş li hemberî hemû jinan hatiye kirin, divê hemû jin xwedî li îrade û têkoşîna xwe derbikevin.

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rozayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk di wê bîr û baweriyê de ye ku wê bikaribe qeyrana aborî, siyasî, dîplomatîk û civakî ya li hindur û derve, bi hedefgirtina destkeftiyên Kurdan ve çareser bike.

Ne bi tenê Bakur, Kurdên li Başûr û Rojava jî dikin hedef. Ji ber vê sedemê, dewleta Tirk ji bo me hîmê pirsgirêka netewî ye. Ji bo her parçeyekî Kurdistanê, polîtîkayên taybet ên qirkirinê dixe meriyetê. Dixwaze li Rojhilata Navîn a ji nû ve tê dîzaynkirin, wek stratejiyekê Kurdan berteref bike, lê Kurdan bi destkeftiyên xwe ve li Rojhilata Navîn hebûna xwe diyar kirin.

Dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê, siyaseta qirkirina siyasî û çandî ya topyekun dide meşandin. Heta niha 65 şaredariyên HDPê dagir kirin. Li Bakurê Kurdistanê, sazî û komeleyên jinan tim bûn navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka civakî. Bi êrîşkirina li ser rêxistinên jinên Kurd, bi teşvîqkirina tundiya li dijî jinê, dixwaze civakê bi rêya jin û mêr, bi hev re bide şerkirin. Demokrasiya ku bi rêya jinê pêş dikeve, ji holê radike. Ji jinên Kurd ên DAÎŞ têk birin, tolê digire. Saziyên jinên Kurd ên ku li tevahiya cîhanê çavkaniya hêviyê ne, dixwazin bi girtin û êrîşan krîmînalîze bikin. Li dijî polîtîkayên nûnerê feraseta desthilatdariya mêr ango Erdogan ku bi maskeya olê, dijminahiya jinê pêş dixîne, herî zêde jinên Kurd têdikoşe û pergala desthilatdar a mêr a ku Erdoğan pêş xistiye, deşîfre dike. Ji ber van sedeman, asta êrîşên xwe berfirehtir kiriye û êrîşî komeleya jinan a Rozayê kiriye, xebatkar û rêveberên wan girtiye. Êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rozayê, êrîşa li dijî tevahiya jinan e yên ji azadî, demokrasi, wekhevî û edaletê bawer dikin. Bi êrîşkirina li ser komeleya Rozayê, dixwazin jinên Kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bixînin. Ji ber ku Erdogan hêza jinên Kurd dibîne û ji vê yekê ditirse. Ji ber ku Erdogan dijminê wekhevî, demokrasî û azadiyê ye. Dewleta Tirk a şerê xwe di şaneyên civakîbûnê de bi cih kiriye, nêzîkatî û êrîşên bêexlaqî yên li hemberî cenazeyên şehîdên ku pîrozbahiya herî mezin a gelê Kurd e, pêk anîn. Wek tiştên anîbûn sere Şêx Seîd û Seyîd Riza, îro jî tirbên şehîdan xirab dikin û hestiyên wan didin wendakirin. Bi vê yekê dixwazin huşê dîrokî jî tine bikin.

Dewleta Tirk, bi êrîşên li ser Zinê Wertê, xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike û plan dike ku destkeftiyên me yên netewî ji holê rabike. Dîsa ji bo avaniya jiyana azad a bi hev re ya li Rojava hatiye bi destxistin bifetisîne û destkeftiyên Kurdan ji holê rabike, tevî hin tifaqên herêmî û navnetewî, ketine nava êrîşên topyekun.

Wek sazî û dezgehên jinan ên ku afirînerên civaka azadîxwaz, demokratîk û wekhev in, em ê li dijî van êrîşan têbikoşîn û rêxistinbûna xwe li her cihî mezintir bikin.

Bi vê bawerî û biryardariyê, em bang li hemû jinan dikin da ku xwedî li Komeleya Jinan a Rozayê derkevin.”