Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna li navenda Komeleya Jinê ya Rosa bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 9 jin girt. Jinên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya parêzeran peyamek şandin.
Komeleya Jinê ya Rosa peyama 9 jinên girtî li ser hesabê Twîtterê parve kir û got: “Peyama hevalên me yên jin ên 22’yê Gulanê piştî hatin destgîrkirin û şûnde hatin girtin e: ‘Spasiyê xwe pêşkêşî hemû saziyên jinan, hevrê dîsa hevalên xwe yên parêzer ên çi dema destgîrkirin û dîsa piştî wê dîsa tevî pandemiyê bi me re di nava piştevaniyê de bû ku da nîşanda bê ka çiqasî têkoşîna jinê bi hêze dikin. Em dizanin ti hêzek nîne xwe li ber vê piştevanî û têkoşîna jinê bigire. Bila baş bizanin ku çi dikin bila bikin em dev ji gotina; ‘Qetilkirina jinê polîtîk e’, ‘Jin aştiyê dixwazin’ û ‘jin jiyan e, jiyanê nekujin’ bernadin. Em dizanin ku têkoşîna hûn didin çiqasî bi maf e. Wê siberoj hê baştir bin.
Me mereq nekin, em hemû baş in
Bi heskirin û piştevaniyê…' ”