Newaya Jin: Desthilatdariya nebaşiyê li ser kar e

Rojnameya jinan Newaya Jin hejmara xwe ya 183'emîn bi manşeta "Desthilatdariya nebaşiyê li ser kar e" weşand.

Rojnameyê têkildarî êrişên li ser goristanan cih da hevpeyvîna rojnamevan Nîşmiye Guler a bi Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn re. Keskîn diyar kir ku êrişên bi vî rengî nû nînin, dûrî peymanên navneteweyî ne û got, "Desthilatdariya nebaşiyê li ser kar e."

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rojda Sîverek û Gulistan Çiya Îke li ser pêşengên Tevgera Jinên Kurd nivîsandin û bal kişandin ser rastiya Zîlan.

Ronî Eylem jî der barê Gulistan Dokû nivîsî ku ji 5'ê Çileyê ve winda ye û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê faşîzm li her qadê ye.

Nivîskar Denîz Bîlgîn jî bal kişand ser "şerê bi xwezayê" re.

Aktîvîst Zeynep Dersim û rojnamevan Rojbîn Denîz jî li ser pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî û provokasyona li Zînî Wertê nivîsîn.

Di hejmara meha Hezîranê de ya rojnameyê; nivîsên Munewer Azîzoglû Bazan a li ser aboriya jinê, Roza Metîna ya li ser destanên Kurdan, nasandina Navenda Jinê ya Rosara ku di Adara 2020'an de li Zurîchê hate avakirin hene.

Di hejmara nû de nivîsên bîranînê yên gerîla bi Kurdî û Tirkî hene.

Hejmara nû ya rojnameyê li ser malpera newayajin.net'ê dikare bê peydakirin.