Sîwana Jinên Êzidî: Qetilkirina Besma E. ne qeza ye

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî li ser Besma E. ku 15'ê Nîsanê ji hêla hevserê wê C.E ve li Elmanya hatibû kuştin nameyek nivisîn û xwestin ku kuştina Besma E. bi rengekî bê kêmasî were zelalkirin.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî li ser kuştina Besma E. a, ku 15'ê Nîsanê li Eînbeck/Nîedersachsenê ya Elmanyayê bi destê hevserê wê C.E bi guleyekê hatibû kuştin nameyek nivîsîn. Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî di nameyê de gotin kuştina Besma A. ne bûyereke ferdî û ne jî qeza ye û xwestin ku kuştina Besma A. bi rengekî bêkêmasî were zelalkirin.

Hevserê Besma E. bi hinceta ku bêyî hemdê xwe gule berdaye û dema bûyerê alkol vexwariye doktoran diyar kirin ku ew nikare were sûcdarkirin, piştî ku C.E demekê li nexweşxaneyekê razandin, bi hinceta ku berê ti sûcên wî nînin serbest hate berdan.

Name bi îmzeya 150 jinî ye. Kesên ku name îmze kirine ji Wezîra Federal ya Dadmendiyê Christine Lambrecht, Wezîra Federal ya ji bo Malbat, Kalûpîr, Jin û Ciwanan Franziska Giffey, Wezîrê Federal yê Kerên Hundir Horst Seehofer, Wezîra Dadmendiyê ya Niedersachsenê Barbara Havliza, Wezîra Sosyal, Tenduristî û Wekheviyê ya Niedersachsenê Carola Reimann, Wezîrê Karên Hundir û Sporê yê Niedersachsenê Boris Pistorius û her wisa Dozgeriya Gottingen dixwazin, ku ''di zelalkirina bê kêmasî ya femînîsîdê de, ya li dijî Besma E. bandora van biryaran ya li ser tevahiya jin û mêrên li vî welatî li ber çavan were girtin û her wiha tevahiya qetilên din yên jinan wisa werin zelalkirin. ''

 Her wiha hate gotin, ''Divê jin hê bêhtir piştgiriya fînansî bigirin, tedbîrên hesasiyetê ji bo xebatkarên sazî û mehkemeyan werin standin, di îstatîstikan de ev yek werin diyarkirin, qanûn li gorî vê yekê werin sererastkirin û Peymana Stenbolê yekser were bicîanîn.''

Rêxistinên Jinan ku îmzeya xwe li ser nameyê hene:
Pêşengên Rêxistina Sîwan ya Meclîsên Êzidiyên Jin e.V. û
 Navenda Jinan ya Civînê UTAMARA e.V.
(Rêxistina Federal ya Şêwirmendiya Jinan û Alîkariya Acîl bo Jinan – Jinên li Dijî Şîdetê (bff), Kordînekirina Jinan, Navenda Agahaiyên Malên Jinên Serbixwe (ZIF), Beşa almanî ya Lîga Jinan a Navneteweyî ji bo Aşitî û Azadiyê (IFFF), Welatê Jinan, medica mondiale e.V., Komxebata Tenduristiya Jinan di Tibê de, Terapiya Fîzîkî û Civak e.V., Solwodi û Gustîlka Jinan ya Almanyayê e.V.)