Li Tirkiyeyê di pêvajoya şewbê de herî kêm 51 jin hatin qetilkirin

Meclîsên jinan dan xuyakirin ku di navbera 11’ê Adarê û 20’ê Gulanê de 51 jin hatine qetilkirin.

Meclîsên jinan dan xuyakirin ji 11’ê Adarê ku şewba Covîd-19 dest pê kir heta 11’ê Gulanê herî kêm 51 jin hatine qetilkirin.

Meclîsên jinan dîmen weşandin û di navê jinan hatine qetilkirin eşkere kir. Di dîmenê de hatiye teqezkirin ku ji bo jiyana her jinekê wê têkoşîn bê domandin.

JI DESTPÊKA SALÊ HEYA NIHA 119 CÎNAYETÊN JINAN

Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Didin Rawestandin, di meha Gulanê 21 cînayetên jinan, 18 bûyerên biguman yên mirinên jinan, di meha Nîsanê de 20 cînayetên jinan û 20 bûyerên biguman yên mirinên jinan qewimiye. Li gorî daneyên platformê ji destpêka salê heya niha 119 cînayetên jinan û 66 mirinên bi guman pêk hatiye.