LEZGÎN

Dewleta Tirk ji heman malbatê 3 kes qetil kirin û 6 kes jî birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker li Sirînê xaniyek bombebaran kir; ji heman malbatê bav û du zarokên keç qetil kirin û dayîk û 5 zarok jî birîndar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesreb ê bajarê Sirîn ê girêdayî Kantona Firatê bi hedefgirina malbatekê komkujî pêk anî.  Dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî malbatekê kir ku di encama êrîşê de Îsmaîl Hisen Mistefa yê 37 salî û 2 zarokên wî hatin qetilkirin û 6 kesên din ên ji heman malbatê birîndar bûn.  Ji birîndaran rewşa dayikê giran e.

Navên kesên hatin qetilkirin wisa ne:Îsmaîl Hisên Mistefa (37), Fatma Îsmaîl Mistefa (12) û Ayşe Îsmaîl Mistefa (13)

Navên kesên birîndar: Hisên Îsmaîl Mistefa (10), Xilud Îsmaîl Mistefa (8), Îman Îsmaîl Mistefa (5), Ali Îsmaîl Mistefa (2) û Behriye Îsmaîl Mistefa (1).