JIN
Hemû Nûçe
-
Êrîşeke sîber li Jinnewsê hate kirin
Jinnews a ku bûye dengê jinan, bi şev hate astengkirin. Jinnews a ku 15 caran hate astengkirin, niha jî êrîşên sîber lê tê kirin. -
Li Lubnanê qanûna nû ya li dijî destavêtin û tundiya li jinê
Parlamenta Lubnanê, li dijî destdirêjî û tundiya li nava malê tedbîrên nû yên ji bo parastina jinê qebûl kir. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku ev tedbîr kêm in û nerazîbûn nîşan dan. -
Li Konyayê jinek hate kuştin
Li Karatay a Konyayê, Esma Nûr K. a ku li ber cihêbûnê bû ji aliyê Mûhammed K. ve hate kuştin. -
Li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Wanê sirgûn
Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtin û serê sibê 2 girtiyên jin birin girtîgehên cihê. -
Tundiya onlîne bi giranî li rojnamevanên jin tê kirin
Li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, rojnamevanên jin ji hempîşeyên xwe yên mêr bêhtir dibin hedefa destdirêjî û tundiya onlîne. -
Dayikên Şemiyê: Dewlet xwîna Kurdan dirêje
Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya edaletê vê hefteyê jî domand. Dayikan got: “Dewletê xwîna Kurdan rijandiye.” -
Li Êlihê Zîlan Kaya hate destgîrkirin
Xebatkara Navenda Çanda Bahar a Êlihê Zîlan Kaya di avêtina ser malê hate destgîrkirin. -
YJA Starê Fermandar Heval Aryana bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Fermandar Heval Aryana ku Mijdara 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûyî bi bîr anî. -
‘Jina Êzîdî bi fikrê Serokatî wê xeyalên Mam Zekî û Mam Beşîr pêk bînin'
Berdevka Tevgera Azadiya jinên Êzîdî (TAJÊ) Sabîha Sabrî li ser xebatên TAJÊ ya salekî diyar kir ku rêxistinbûna jinên Êzîdî bi fikr û felsefeya Rêberê gelan her ku diçe mezin dibe û tevahî civak li dora vî fikrî kom dibin. -
Yadê Taybet li cihê hatî qetilkirin hate bibîranîn
Yadê Taybet ku yek ji navê sembol ê berxwedana Xwerêveberiyê bû di salvegera 5'an de li cihê ku hatî qetilkirin ji hêla TJA'yê ve hate bibîranîn. -
Jinên Reqayê sûcên şer ên dewleta Tirk şermezar kirin
Rêveberiya Jinên Reqa ji bo protestokirina sûcên şer ên dewleta Tirk û dij mirovahiyê çalakiya kon a 3 rojan dabû destpêkirin bi dawî kirin. -
Şîdeta li ser jinê ya li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Meclîsa Ciwanan a Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan, sûcên li ser jin û gelê herêmê li herêmên dagirkirî tê kirin, bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Jinan ji bo Meryem Şahîn çalakiyek lidar xistin
Ji bo piştgirya Meryem Şahîn ku par bûbû hedefa êrişa mêrê jê cihê bûbû, li pêşiya Dadgeha Eyaleta Hambûrgê jinan çalakiyek li dar xistin. -
Li Kolnê ji bo kampanya ‘100 sedem’ standek hate danîn
Endamên Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê ji bo darezandina dîktatorê Tirk di çarçoveya kampanya ‘100 sedem, 100 hezar îmze’ standek danîn. -
Dozgeriya Tirk dixwaze ji 7 heta 15 salan ceza li Şîmşek bibire
Karên siyasî yên aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek weke sûc hate nîşandan û dozgeriya Tirk xwest, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 7 sal heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. -
9 sal ceza dan Hevşaredar Nazlier
9 sal ceza li Hevşaredara Karazê Rojda Nazlîer hate birîn ya ku peywira wê hatibû desteserkirin. -
‘Li dijî şîddeta li ser jinan em ê li her derê têbikoşin’
Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê pêngava ‘Me too’ ya ku tacîz û şîddeta li ser jinan teşhîr dike, daxuyanî da û got, “Yên divê bêdeng bimînin ne jin in, kiryar in. Divê xew ne li jinan li tacîzkaran biherime.” -
Li Varşovayê bi hezaran kes ji bo kurtajê meşiyan
Li Polonyayê, li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo qedexekirina kurtajê, bi hezaran kes li paytext Varşovayê daketin qadan. Hem ji bo kurtajê meşiyan, hem jî xwestin ku hikumeta muxafazakar dest ji kar berde. -
Cezayê 'gelek rêveberên xwe jin e' li Şaredariya Parîsê hate birîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, ji ber ku di sala 2018'an de li hemberî pênc mêran, 11 jinan ji wezîfeya rêveberiyê sûd wergirtine, ji aliyê dewletê ve bi 90 hezar euroyî hate cezakirin. -
Jinên Ciwan li dijî destdirêjiya li Kercewsê çalakî kirin
Jinên Ciwan ên Têkoşer îro ji bo şermezarkirina destdirêjiya li navçeya Kercewsê ya Êlihê li bajarê Silêmanî wêneyên ku nivîsên li dijî şîdeta li ser jinan hatibû nivîsandin daliqandin û derbarê wê bûyerê gel hişyar kirin. -
2 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin
Li Enqere û Manîsayê 2 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî kirin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîd û êşkenceya li girtiyan rêze çalakî kirin. -
Li Baybûrtê grêva birçîbûnê bi koma nû didome
Girtiyên jin ên li Baybûrtê li dijî tecrîdê grêva birçîbûnê didomînin. Jinan gotin, ''Heta ku tecrîd rabe em ê çalakiyê bidomînin.'' -
Derbarê Semra Guzel a HDP’î fezlek amade kirin
Di derbarê Parlementera HDP’ê Semra Guzel de bi hinceta ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê qertên şandî ji bo girtiyan bi sûcê ‘motîvekirinê’ fezleke hate amadekirin. -
Li Londonê çalakiya ‘dîktator darezînin’ hate kirin
Di çarçoveya kampanya ‘100 sedem û 100 îmze’ a ji bo darezandina dîktatorê Tirk dosyayek taybet pêşkêşî navenda Amnest Înternatîonalê a li Londonê hate kirin.