Yadê Taybet li cihê hatî qetilkirin hate bibîranîn

Yadê Taybet ku yek ji navê sembol ê berxwedana Xwerêveberiyê bû di salvegera 5'an de li cihê ku hatî qetilkirin ji hêla TJA'yê ve hate bibîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Yadê Taybet ku 19'ê Kanûna 2015'an li Silopya ya Şirnexê dema xwerêveberiyê ji hêla segvanên Tirk ve hatibû şehîdkirin, bi bîr anî.

Di bîranînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlametera HDP'ê Ya Şirnexê Nûran Îmîr, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên bajêr û naçveyan ên HDP'ê, Insîyatîva Dayikên Aştiyê û gelek kes hazir bûn. Girseya ku li Taxa Nûrê hatî cem hev çû cihê ku Yadê Taybet lê hatî qetilkirin.

Leyva Guven dema bibîranînê axivî û got, ''Ên ku Yadê Taybet qetil kirin xwestin ku peyamekê bidin civakê. Xwestin ku jin li malê rûnin. Dema Ekîn Wan jî ev kirin. Dema ku Yadê Taybet 7 roj û 7 şevan li naverasta kuçeyê hate hiştin, dîsa me ev dît. Em soz didin Yadê Taybet û şehîdan, em ê di wê rêyê de ku em ji bo we dimeşin, meşa xwe bidomînin. Çawa ku 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, me jî ev jiya.''

Guven got di şexsê Yadê Taybet de dema ku Silopya tê goitn Sêvê, Pakîze û Fatma bi bîra wan tê, ku ev her sê jinên siyasetmedar, dema xwerêberiyê ji hêla dewleta Tirk li Silopya hatibûn qetikirin.

Guven her wiha got ew ê hesab ji qatilên Yadê Taybet bipirsin û got, ''Em ê vê rûdanê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Bi qasî hebûna xwe em ê vê bişopînin. Em ê li ber xwe bidin. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê didin malbatê û hemû gelê Kurd.''

Parlamenter Nûran Îmîr jî got, ''Em HDP li dijî polîtîkayên li ser jinê em ê têbikoşin. Çi dibe bila bibe em ê vê hovîtiyê ji bîr nekin. Em dibêjin li dijî faşîzm û qetilkirinê berxwedan jiyan e.''