Cezayê 'gelek rêveberên xwe jin e' li Şaredariya Parîsê hate birîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, ji ber ku di sala 2018'an de li hemberî pênc mêran, 11 jinan ji wezîfeya rêveberiyê sûd wergirtine, ji aliyê dewletê ve bi 90 hezar euroyî hate cezakirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde, Şaredara Bajarê Mezin a Parîsê Anne Hîdalgo ya ji Partiya Sosyalîst, bi hinceta rêveberên jin ên şaredariyê ji aliyê dewletê ve hate mehkûmkirin.

Şaredarî, bi hinceta ku di 12'ê Adara 2012'an de di wezîfeyên rêveberiyên cemaweriyê de ji ber ku li gorî rêjeya wekheviya zayendî tevnegeriya ye, wê neçar bimîne ku 90 hezar euro ceza bide.

Şaredariyê di sala 2018'an de 16 kes kir rêveber. Ji 16 kesan 5 ji wan mêr bûn. Ev yek jî li dijî kotaya ji sedî 40'î ya wekheviya zayendî hate dîtin.

Qanûna veguherandina xizmetên cemaweriyê di Tebaxa 2019'an de ketibû meriyetê. Eger zûtir ketibûya meriyetê wê şaredarî ji cezakirinê rizgar bibûya.

Di rewşa heyî de rêjeya kadroyên jin ên payebilind ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê ji sedî 47 e.