Li Varşovayê bi hezaran kes ji bo kurtajê meşiyan

Li Polonyayê, li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo qedexekirina kurtajê, bi hezaran kes li paytext Varşovayê daketin qadan. Hem ji bo kurtajê meşiyan, hem jî xwestin ku hikumeta muxafazakar dest ji kar berde.

Çalakgerên ku piraniya wan jin û ciwan bûn, ji navenda bajêr ber bi mala Alîkarê Serokwezîr Jaroslaw Kaczynskî ve meşiyan.

Jaroslaw Kaczynskî weke muxafazakarekî bi bandor tê dîtin, her wiha weke berpirsyarê rastî yê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî tê nîşandan.

Di dema meşê de polîsan gelek caran hewl dan ku rêya çalakgeran bigirin. Di dawiyê de li kolana mala Kaczynskî pêşî li çalakgeran girtin.

Li Polonyayê, meşên girseyî yên li dijî qedexeya kurtajê di 22'ê Cotmehê de dest pê kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji aliyê desthilatdariya tund a Partiya Edalet û Hiqûqê ya Katolîk (PîS) ve hate guhertin û pêşkêşî xizmeta desthilatdariyê hate kirin, mafê kurtajê tenê ji bo ducaniya bi metirsiya mirinê yan jî destavêtinê qebûl dike.