YJA Starê Fermandar Heval Aryana bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Fermandar Heval Aryana ku Mijdara 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûyî bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Fermandar Heval Aryana ku Mijdara 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber pençeşerê şehîd bûyî bi bîr anî û got, ‘’Me ewladek giranbuha yê vê xaka pîroz, jinek şoreşger û berxwedêr a Hîlwanê û di heman demê de fermandarek jin a pêşeng şehîd da. Tekoşîna bê dawî ya 21 salan a hevrê Aryana wê îdîa û baweriya me ya ji bo serxistina xeyal û hêviyên wê xurttir bike.’’

Daxuyaniya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ya li ser Fermandar Heval Aryana bi giştî wiha ye:

“Hişmendiya qirker her tim xwestiye bi pergala mêtînger serê Kurdan bitewîne û wek xulamê xwe bi kar bîne. Kîn û hêrsa li beramberî dîroka hezarê salan a vê xaka pîroz, hişt ku bi her awayî paşverûtî û koletiyê li ser civaka Kurd ferz bikin. Ferzkirina koletiya li ser çanda jin-dayik a ku xwedî dîrokeke hezarê salane bi hemû awayî di serdema îro de jî xwe nîşan dide. Lê li beramberî ev destdirêjî û dagirkeriya pergala baviksalar û dewletdar roja îro tevgera azadiya Kurdistanê ya di pêşengtiya jina Kurd a azad de têkdikoşe, tola hezaran salan hil tîne.

ŞOREŞGER, GERÎLA Û FERMANDAREK BÛ KU BI ÇANDA BERXWEDANÊ MEZIN BÛBÛ

Hevrêya me Aryana Baran di malbateke welatperwer de li bajarê Hîlwanê hatiye dinê û bi vê çanda têkoşer mezin bûye. Ta ji zarokatiya xwe ve zordarî û mêtîngeriya ku li ser vê herêmê meşiyaye re şahidî kiriye, li beramber vê dil û ruhê xwe her tim ji têkoşînek bê eman re amade kiriye. Rewşa civaka xwe û bi taybet êrişa ku li hemberî jina serhildêr a li vê herêmê çêbûye ti caran nepejirandiye û serî rakiriye. Êşên jina Kurd di civaka Kurdistanê û bi taybet di herêma jê hatiye de ji kûr ve hîs kiriye û her tim xwestiye tola kîn û hêrsa hezarê salan a li beramber çanda dayika pîroz ji pergal û hişmendiya serdest bistîne. Bi vî awayî dest bi rêwîtiyek dûr û dirêj kiriye. Ji bo xwe bigihîne refên tevgera azadiyê her rê û rêbaz ceribandiye.

DI RÊXISTINKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ DE KAR KIR

Hevrê Aryana bi taybet piştî bêbextiya 15’ê Sibatê, di sala 1999’an de derbasi Rûsya dibe û ji wê derê tevlî tevgera azadiyê dibe. Bi beşdarbûna xwe xwest bersivek rast bide her cûre bêbextiyên li dijî pîrozbahiyên ku pê bawer dikir, pê re mezin bibû û dijiya. Demekî li qada Rûsya tevlî kar û xebatên birêxistinkirina civaka me ya Êzidî bû û paşê jî derbasî welat bû. Pişti derbasî welat bû pêşniyar kir û di nava fedaiyan da cihê xwe girt. Li çiyayên azad dest bi rêwîtiyeke qasî 21 salan kir û hevrê Aryana bû fermandareke fedaiyan. Bi keda xwe ya bêdawî salên dirêj di her qadê de tekoşîn kir. Ji bo tola komploya li dijî Rêber Apo rake tevlî tevgera azadiyê bibû, ji ber wê jî her tim ev hest di dil û ruhê xwe de, di her kêliya jiyana xwe de nîşan dida û zindî dihişt. Ji bo vê jî li ser şopa rê û resma fedayîtiya PKK’ê meşiya û heta roja dawî ya şehadeta xwe jî bi vî awayî tevlî bû.

Nasnav: Aryana Baran

Nav Paşnav: Yasemîn Maç


Cihê Jidayikbûnê: Hîlwan

Dayikê-Bav: Asiye – Ahmet 


Cih û Demê Şehîdbûnê: Herêmên Parastinê yên Medya/ Mijdara 2020

BERÊ XWE DA BOTANÊ, DI PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ DE AKTÎF ROL LÎST...

Berê wê her dem li Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo bigihêje eşq û heqîqeta gerîlatiyek rast di sala 2004’an de berê xwe da herêma Botanê. Roleke çalak di xurtkirina pêngava 1’ê Hezîranê de lîst. Li her devera qadên Botan û Mêrdînê, di her bihosteke vê xakê de şopa ked û tekoşîna hevala Aryana heye. Piştî ku vegeriya Başûr, perwerdeya Akademiya Şehîd Zilan dît û careke din di sala 2014 an de bi Hevrê Botan Hakkari û Hevrê Soro Amed re berê xwe da Bakurê Kurdistanê û di fermandariya eyaleta Mêrdînê de cihê xwe girt. Bi destpêkirina pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser ên 2015-2016’ê bi xwe wek fermandarek pêşeng tevlî şerê bajaran ên li vê eyaleta me bû. Bi taybet wek fermandarek jin li bajarê Dêrika Çiyayê Mazî pêşengiya şerê bi faşîzma herî kor û tarî ya serdemê re kir. Wek hevrêyên xwe Xebatkar, Rûken, Yildiz, Êrîş, Çiyager, Zeryan û Axînan bi baweriya ku ‘li ser xaka Kurdistanê ji faşîzmê re cih tine ye’, li ber xwe da, şer kir û şer birêve bir. Fermandariya hevala Aryana îspat kir ku jina Kurd a azad bûye xewnereşka pergala faşîst û ji bo wê her cûre êrişan tînin ser jinan. Di demekê de ku her cûre êrîşên bi armanca qirkirinê li ser Rêbertî, gel û gerîlla hatibû destpêkirin wek fermandarek jin pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî kir û hemû pîlanên qirêj û konsepta tinekirinê vala derxist.

XWEDÎ LI ERKA XWE YA DÎROKÎ DERKET

Fermandar Aryana dema vegeriya Başûrê Kurdistanê her tim û her kêlî dixwest careke din vegere Bakur û xeyal û hêviyên şoreşa azadiyê ya Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Ji bo wê jî di destpêka sala 2017’an de tevlî perwerdeya bîrdozî ya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK ê bû. Ezmûn û zanebûna xwe ya di şerê gel ê şoreşgerî de parve kir, nîqaş kir û hewl da kêmahiyên di vê mijarê de bi hêza bîrdozî û rêxistinî ya partiyê bide derbaskirin. Bi vî awayî bi lêhûrbûna ku di vê dibistanê de kiriye careke din tevlî pêvajoya azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîd û mêtîngeriya li ser gelên Kurdistanê bû. Bi vê baweriyê careke din bi ruhek fedayî di xebatên me yên HPG û YJA Starê de cihê xwe girt û heta dema şehîd jî bû, xwedî li erkên xwe yên dîrokî derket.

Fermandara me ya pêşeng Aryana piştî rêwîtiya xwe ya 21 salan a dûr û dirêj ji Hîlwanê heta bi Mêrdîn û Botanê, ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê, herî dawî mixabin di meha Mijdarê de dema ji ber nexweşiya pençeşêrê tedawî didit, ji ber vê nexweşiyê şehîd bû. Me ewladek giranbuha yê vê xaka pîroz, jinek şoreşger û berxwedêr a Hîlwanê û di heman demê de fermandarek jin a pêşeng şehîd da. Tekoşîna bê dawî ya 21 salan a hevrê Aryana wê îdîa û baweriya me ya ji bo serxistina xeyal û hêviyên wê xurttir bike.

Li ser vî esasî em di serî de sersaxiyê ji malbata wê ya welatparêz û hêja ku xwediyê gelek şehîdan e, malbatên şehîdan û gelê me yê li herêma Hîlwanê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Wek biryargeha YJA Starê em soz û peymana xwe ya bi hevrê Aryana re nû dikin û soza xurtkirina tekoşînê didin."