Jinên Reqayê sûcên şer ên dewleta Tirk şermezar kirin

Rêveberiya Jinên Reqa ji bo protestokirina sûcên şer ên dewleta Tirk û dij mirovahiyê çalakiya kon a 3 rojan dabû destpêkirin bi dawî kirin.

Jinan kon li gundê Til Seminê vedan. Di roja dawî de bavê Hevrîn Xelef Cemal Bakinci axivî û got: “Hevrîn şehîd bû, lê îro bi hezaran hevrîn têkoşînê dikin. Me 11 hezar şehîd da, bi milyonan li ser rêya şehîdanin. Em gelê Sûriyeyê em ê li ser şopa şehîdan li dijî komployên li ser me bên kirin têkoşîna xwe bidomînin.”

Endama Rêveberiya Jinan a Reqa Haliya Decvan jî daxuyanî da û bibîr xist ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Minbic û Eyn Îsayê didomîne, ev êrîş armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Kecvan bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk û sûcên jinê dikin hedef şermezar kir.

Bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya li hember mirovên herêmê bi cih bînin.