Tundiya onlîne bi giranî li rojnamevanên jin tê kirin

Li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, rojnamevanên jin ji hempîşeyên xwe yên mêr bêhtir dibin hedefa destdirêjî û tundiya onlîne.

Rapora Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Navenda Rojnamevanan a Navneteweyî (ICFJ) di mijarên destdirêjî û tundiya onlîne de ya li dijî rojnamevanên jin, rastiyên balkêş raxist pêş çavan. Lêkolîn li 113 welatî di nava 714 jinan de hate kirin û ev encam eşkere bû:

Ji sedî 73 ê rojnamevanên jin ên tevlî lêkolînê bûn, ragihandin ku ew bûne hedefa tundiya onlîne.

Ji sedî 25 ê rojnamevanên jin diyar kirin ku bûn hedefa tundiya fîzîkî, ji sedî 18 jî bûne hedefa tundiya zayendî.

Çavkaniya êrişa onlîne ya li yek ji pênc rojnamevanên jin hate kirin, bûyereke li jiyana asayî bû.

Ji sedî 26 ê rojnamevanên jin ên bûn hedefa tundiyê, neçar man ku piştgiriya psîkolojîk werbigirin, ji sedî 11 jî bi destûrê ji bo demekê ji kar dûr ketin.

Ji sedî 58 rojnamevanên jin diyar kirin ku destdirêjiya onlîne li wan hatiye kirin.

Rojnamevanên jin herî zêde di dema nûçeyên xwe yên li ser mijara wekheviya zayendan bûn hedefa tundiyê (Ji sedî 47). Ji sedî 44 dema ku nûçeyên siyasî amade kirin, ji sedî 31 jî dema ku nûçeyên li ser mafên mirovan amade kirin bû hedefa tundiyê.

Ji sedî 41 ê rojnamevnaan, bûyerên tundiyê bi kampanyayên mîsenformasyonê yê li înternetê eleqedar kirin.

Rojnamevanên jin Facebook weke platforma herî kêm ewle ye, pênase kirin. Twîtter di vê mijarê de di rêza duyemîn de cih girt.

Ji sedî 25 ê rojnamevanên jin ên bûn hedefa tundiya onlîne, mijar birin ber destê karsazên xwe.

Ji sedî 30 ê rojnamevanên jin ragihandin ku bûyerên giran ên tundiyê kiriye ku ew xwe bi xwe sansur bikin.