‘Li dijî şîddeta li ser jinan em ê li her derê têbikoşin’

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê pêngava ‘Me too’ ya ku tacîz û şîddeta li ser jinan teşhîr dike, daxuyanî da û got, “Yên divê bêdeng bimînin ne jin in, kiryar in. Divê xew ne li jinan li tacîzkaran biherime.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê pêngava ‘Me too’ ya ku li ser medyaya dîjîtîal tacîz û şîddeta li ser jinan teşhîr dike, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Ev serê çend rojan e em dibin şahidên parvekirinên jinan ên ku mêran şîddet li wan kirine û ew tacîz kirine. Hevgirtina jinan û rêxistinbûna wan veguheriya serhildanê. Me careke din dît ku bi deh hezaran jin nav, statu û bernavkê wan çi be jî, mêr wan tacîz dike. Jinên ku van tacîzan îfşa dikin jî dibin hedef.

Em jin dizanin ku ev çalakiyên li dijî tacîz, tecawiz û şîddeta mêran bi polîtîkayên zextan ên desthilatdariya mêrwerser dixwaze were tunekirin. Bi êrîşên li ser medyaya civakî dixwazin jin bêdeng bibin.

Em Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî tacîz, tecawiz û şîddeta mêran li meclîsê, li kolan û malê, li fabrîke û atolyeyan ango li her dera ku em lê ne, em ê têkoşîna xwe geştir bikin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê em ê polîtîkaya azadîxwaz a jinan biqîrin û li hemberî daraza mêran em ê edaletê biparêzin.

Hemû jinên ku mêran şîddet li wan kirine, divê baş bi vî tiştî bizanibin ku em jinên HDP’yî bi we re ne. Em bi hemû wan jinan re ne ku li hemberî şîddeta mêran bêdeng namînin û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Yên divê bêdeng bimînin ne jin in, kiryar in. Divê xew ne li jinan li tacîzkaran biherime.”