Şîdeta li ser jinê ya li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin

Meclîsa Ciwanan a Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan, sûcên li ser jin û gelê herêmê li herêmên dagirkirî tê kirin, bi çalakiyekê hate protestokirin.

Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û Ciwanên Reqayê xwepêşandanek lidar xistin. Şênî li Çerxerêya Seatê kom bûn û ber bi Çerxerêya El-Neîm ve meşiyan, her wiha wêneyên şehîdan û pankartên "Ji dagirkeriya Tirk re na" û "Ji destdirêjî û şîdeta li ser jinan re na" hildan.

Li Çerxerêya El-Neîm piştî rêzgirtinê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Beraa El-Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi navê jinên ciwan ên Reqa û gundên wê, şer, zext û şîdeta li ser jinan, bi taybet li herêmên dagirkirî, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê hate kirin ku bibin yek û li hemberî sûcên hovane yên ku Erdogan li dijî jin û zarokan pêk tîne, rawestin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên ku berxwedana jinan silav dikin û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.