Dayikên Şemiyê: Dewlet xwîna Kurdan dirêje

Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya edaletê vê hefteyê jî domand. Dayikan got: “Dewletê xwîna Kurdan rijandiye.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 821’emîn de çalakiya xwe ya heftane ku li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin winda werin dîtin û kujer werin darizandin, ji ber Kovîd-19 li ser medya dijîtal lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê xwestin kujerên parêzer Faîk Candan ê ku di navbera salên 1991-1993’yan de Serokatiya HEP’ê ya Enqerê kiriye û di 2’yê kanûna sala 1994’an de hatiye qetilkirin werin cezakirin.

Apê Candan, Îbrahîm Candan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Faîk piştî ku ji aliyê kontrgerilla ve 8 roj tê darizandin, radestî zilamên Mehmet Agar dikin û piştre ji aliyê zilamên Agar ve tê qetilkirin. Faîk didin ber guleyan. Dema me bûyer bihîst wek malbata wî serî li hemû rêyên yasayî dan. Piştî salan me derfet dît ku em doz vekin û dozê bi salan dewam kir. Ayhan Çarkin û Mehmet Eymur bûyeran zindî vegotin. Di danişînan de me pîroz dikirin. Digotin ‘Destê dewletê ketiye xwîna kurdan, me çi kir ji bo welat û alê me kir.’ Her tişt ji her kesî ve eyan e û li holê ye. Lê dîsa jî doz ket. Bi salan e em şopdarê vê dozê ne. Çavê dewleta Tirkiyê kor bûye û nabîne, guhê wê ker bûye û nabihîze. Em ê vê dozê bernedin. Sal û zeman jî bi ser ve here em ê dozê bişopînin. Tirkiye neçar van cînayetan qebûl bike. Em bi biryar in ku vî hesabî bipirsin.”

 Piştre parêzerê dosyeya Candan, Levent Kanat axivî û qala hûrguliyên dozê kir.

Ji Mirovên Şemiyê Hatîce Korkmaz daxuyaniya hefteya 821’emîn xwend û qala çîroka qetilkirina Faîk Candan kir. Hatîce Korkmaz anî ziman ku Candan beriya were kuştin jî gefên kuştinê lê hatine xwarin û dema ew hatiye qetilkirin 32 salî bûye û bavê du zarokan bûye. Hatîce Korkmaz destnîşan kir ku polîsê tîmê taybet ê berê Ayhan Çarkin di îfadeyên xwe li xwe mikûr hat û qala bûyeran kir. Korkmaz got tevî hemû lixwe mikûr hatinan jî darazê kujeran beraet kir.

Korkmaz destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku hesab ji kujeran were xwestin, werin cezakirin û bang li dadgehê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.