‘Jina Êzîdî bi fikrê Serokatî wê xeyalên Mam Zekî û Mam Beşîr pêk bînin'

Berdevka Tevgera Azadiya jinên Êzîdî (TAJÊ) Sabîha Sabrî li ser xebatên TAJÊ ya salekî diyar kir ku rêxistinbûna jinên Êzîdî bi fikr û felsefeya Rêberê gelan her ku diçe mezin dibe û tevahî civak li dora vî fikrî kom dibin.

Berdevka TAJÊ Sabîha Sabrî di serî de li ser Şehadeta Mam Beşîr, peymana 9’ê Cotmehê, zor û zehmetiyên jina Êzîdî berî fermanê, piştî fermanê destkeftiyên Jina Êzîdî û li ser xebatê salekî ya TAJÊ ji bernameya jin aktuel ya radyoya Dengê Welat re nirxand.

Sabîha Sabrî di serî de li ser şehadeta Mam Beşîr got di rojên wisa zor û zehmet de Şehadeta Mam Beşîr ji bo civaka Êzîdî dilgiraniyek mezin bû û got: ‘’Em di şexsê Mam Beşîr de, her wiha di şexsê Mam Zekî de hemû şehîdên şoreşê, hemû şehîdên Êzîdxanê û şehîdên 74 fermanan bi rêzdarî bibîr tînîn, bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînîn. Her wiha cejna gelê me yê Êzîdjye, em vê cejnê li hemû şehîdên xwe, malbatên şehîdên xwe pîroz dikin û em destê wan maç dikin û herwiha em vê cejnê li Êzîdiyên seranserê cîhanê hemûyan pîrozî dikin. Hêviya me ew e ku ev cejn bibe cejna tîfaqî û aşîtiya hemû miletê bindest. ‘’

‘DIVÊ EM JIN, CIWAN Û TEVAHÎ CIVAKA ÊZIDÎ DAXWAZÊN MAM BEŞÎR A TIFAQÊ PÊK BÎNIN’

Sabrî di nirxandinên xwe ya li ser şehadeta Mam Beşîr de balkişand xemginiya civakê û got ew ê ji bo daxwazê mamên xwe yên wekî Mam Zekî û Mam Beşîr heta dawiyê tekoşînê bilind bikin û bibin serkeftinê. Sabrî wiha domand: “Îro rojekî giran bû û ji bo civaka Êzîdî gelekî zehmet bû. Dîsa lehengekî vê civakê, pêşengekî vê civakê, stûna civaka Êzîdî, stûna tifaqa Êzîdî îro tevlî karwanê şehîdan bû. Civaka Êzîdî, civaka Şengalê û Meclîsa Xweseriya Şengalê, sazî û dezgehên Şengalê cenazeyê Mam Beşîr nêzî Şebil Qesim Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgêş spartin axê. Di rojek wisa de xeberek nexweş û êşek giran vê civakê kişand. Di demekî de ku civaka me rewşekî zor û zehmet derbas dibû, şehadeta Mam Beşîr xemgîniyek mezin û dilgiraniyek bû. Mam Beşîr bi çuyîna xwe dilê vê civakê êşand. Lê em jî wek civaka Êzîdî, wek ciwan, jin û zarokên Êzîdî em bikaribin daxwaza Mam Beşîr ya tifaqiyê bicih bînîn, em bikaribin xwedî li doza van şehîdan derbikevin. Tiştên ku van şehîdan kiriye em bikaribin temam bikin.’’

‘CIVAKA ÊZIDÎ Û ŞENGAL BI SAYA VAN ŞEHÎDAN GIHIŞTIYE VÊ ASTÊ’

Berdevka TAJÊ’ê Sabîha Sabrî di berdewamiya axaftinên xwe de qala destkeftiyên jin û civaka Êzîdî kir û got ew jî bi giştî bi saya şehîdan ve pêk hatiye. Sebrî got divê ew li keda şehîdên xwe xwedî derkevin û soza ku wan daye şehîdên xwe di şexsê Mam Beşîr de carekî din nû dikin û wiha pêde çû: “Em bikaribin xwestek û hêviyên van şehîdan bigîhînîn asta serkeftinê. Bi sedan mirov îro li Mezergeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwdan ji bo merasîma Mam Beşîr kom bûn û mamê xwe spartin axê. Em jî sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Êzîdî re dixwazin û em dibêjin serê Serokatî û hemû civaka Êzîdî sax be.

‘JI BER BERXWEDANA GEL Û JINÊN ÊZIDÎ NIKARIN BI HÊSANÎ PÎLANAN LI SER ŞENGALÊ PÊK BÎNIN’

Sabîha Sebrî tekîldarî komploya 9’ê Cotmehê jî nirxandin kir û got ji wê demê heya niha ev civak li ser piyan e û li dijî vê peymanê li ber xwe didin. Sabîha Sabrî anî ziman ku tevî hemu hewildanan jî peymana xwe betal nekirin, lê dîtîn ku ew wekî dixwazin nikarin pîlanan li ser Şengalê pêkbînîn û ev nirxandin kir: “Tifaqiyên ku li Şengalê ve pêk hatiye, dixwazin xwesteka DAÎŞ’ê pêk bînîn. An jî ev tifaqî berdewamiya fermana 74’ê ye. Di bin navê qanûnan de dixwazin civaka me yê Êzîdî vegerînîn beriya 2024’an. Tiştê ku DAÎŞ nekarîbû bike, cihê ku neketiyê di bin navê qanûnan de dixwazin vê li ser civaka me ferz bikin. Dîsa wek berê civaka Êzîdî û jina Êzîdî dixwazin têxin nava çar dîwaran. Lê ev civak û jinên Êzîdî ji tinebûnê hebûn ava kirin. Hêzên me yên wekî YBŞ û YJŞ’ê hatin avakirin. Çawa ku hêzên girêdayî Iraqê di Şengalê de hebûn. 2 hezar pêşmerge di Şengalê de hebûn. Ew mirov gotin ‘Şengal şeref û namûsa me ye’, lê 20214’an dema fermanê digotin; ‘rehet bin bila dilê we aram be, em ê Şengalê biparêzin.’ Me dît 2014’an çawa pişta vî gelî berdan û milet di nav destê hova de, di nav çeteyên DAÎŞ’ê de hiştin. Îro sazî, dezgeh û rêxistiniya ku li Şengalê hatiye avakirin, herî zêde parastina vê civakê kirin. Parastina civaka Êzîdî kirin. Îro jî bi vê komployê dixwazin van destkeftiyan tine bikin. Ji ber dizanin civaka Êzîdî bûye xwedî îrade, bûye xwedî hêzên leşkerî û wê rehet karibin Şengalê biparêzin. Îro civaka Êzîdî, Şengal ne mihtacî tu hêzên ji derve ye ku werin parastina Şengalê bikin. Mînak ger dixwazin Şengal biparêzin wê demê bila hêzên me yê YBŞ’ê, YJŞ’ê û asayîşa me qebûl bikin.’’

‘JINÊN SÎLÊN JI DESTÊ DAÎŞ’Ê RIZGAR BÛN, ŞANDINE DERVEYÎ WELAT RÊ NEDAN LI ŞENGALÊ BIJÎN’

Berdevka TAJÊ Sabrî li ser rewşa polîtîqayên dîlên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne jî wiha axîvî: “Ji ber ku ew jinên dîlên ku ji destê DAIÎŞ’ê rizgar bûn, şandine dervayî welat û nehiştin li ser axa Şengalê bijîn. Van mirovan ji aliyê siyasî ve dûrî vê civakê kirin. Başe bila werin Şengalê li gor îradeya civaka Êzîdî, li gor xwesteka civaka me ya Êzîdî tevbigerin. Xwediyê van şehîdan bila parastina civaka Êzîdî bikin. mirovên ku bixwazin piştgîrî bide vê civakê û li gor berjewendiyê vê civakê tevbigere, em ne li dijî vê yekê ne. Çima dixwazin ewqas jinan bînîn, armanca wan çiye? Ger wisa be ewqas jinên Êzîdî li vêderê hene ku heta Reqayê şer kirin e, keç û jinên Êzîdî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin e. Ew keç jî, ketibûn destê DAÎŞ ê ku di bazaran de hatin firotin û kirîn. Li vê derê parastina jinên Êzîdî hatiye avakirin, deriyê me vekiriye bila ew keçên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne, werin cihê xwe di nav van hêzan de bigrin. Lê ne wan li gor xwe li gor berjewendiyên xwe ya hizbî perwerde bikin û berê wan bidin Şingalê. Her tişt li Şengalê amade ye. Tenê bila vê yekê qebûl bikin. Îro jina Êzîdî hedef tê girtin. ji ber ku di jina Êzîdî de hêzekî veşartî heye. Çawa civaka xwe birêve dibe, çawa pêşengtiya wê dike, ev gelek car xwe nîşan dide. Em gelek car di perwerdan de divêjin jin nîvê civakê ye, nîvê din jî birêve dibe.’’

‘JINÊ EWIL DIKE HEDEF’

Sabrî tekîldarî rewşa jin ya berî fermanê jî got jin teyrekî di nava qefesê de bûn û ne dikarîn aliyê medrese, perwerde bibe, di warê parastin de nedikarî xwe perwerde bike û got: ‘’Di aliyê parastin de jî û di gelek aliyan de ti mafê wê hatibû binpêkirin. Ji ber derdora Êzîdî û Şengalê hemû dijminê vê civakê bûn, herwiha dijminê jina Êzîdî bûn. Wisa li jinê kiribûn ku jin ji rastiya xwe, ji baweriya xwe dûr keve. Heta dema navê jinê dihat gotin jinê ji berxwe ve eyib dikir. Ji ber dijmin siyasetek wisa li ser vê civakê dabû meşandin. Jin nedikarî tiştekî bike, lê piştî fermana 2014’an me dît ku yê herî zêde êş kişand û zehmetî kişandî jina Êzîdî bû. Yê ku destpêkê hedef hat girtin jin bû. Jina Êzîdî li bazaran de hate firotin, ru bi rûyê gelek zehmetiyan hat.”

‘JINA ÊZIDÎ ÊDÎ ŞIYAR BÛYE; XWE BI FELSEFEYA RÊBER APO PEREWRDE DIKE’

Sabîha Sebrî bal kişand li ser şiyarbûna jinê ya piştî fermanê û diyar kir ku ew êdî êrîşên beramber xwe lêpirsîn dikin û her destwerdanekî li ser xwe û civaka xwe qebul nakin. Sebrî wiha pêde çû: “Piştî ku hêzên azadiyê hatin bi hewara Şengalê ve fikr û felsefeya Rêber Apo di Şengalê de hat çandin. Êdî jin bi fikr û felsefeya Serokatî xwe rêvedibe, em îro deyndarê Serokatî ne.Îro wek jinên Êzîdî em li dorbera fikrê Serok kombûn e. Piştî ku fikr û felsefeya Serokatî xwe di Şengalê de bicih kir û rayê xwe berda, êdî ne gengaz e ku ev fikr ji nav rabe. Jin vî fîkrî dûrî çanda xwe nedît, fikrê serokatî nêzî fikrê jina Êzîdî û çanda wê ye. Îro fikr û hêza jina Êzîd çêbû ye. Êzîdî li çanda xwe, li dîroka xwe vegeriya ye.”

Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî bibîr xist ku jixwe di dîrokê de bi sedan jinên wan yên xwedawend wekî Dayê Zero, Stiya Nisra, Zerîfa Osê hebûn ku pêşengtiya vê civakê kirin e û wekî xwedawandê wan tên naskirin. Wan neheqiyê li ser xwe qebûl nekirin û tekoşînek mezin meşandin.

‘TAJÊ PÊŞENGTIYÊ JI CIVAKÊ RE DIKE’

 Sabîha Sebrî li ser avabûna Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) jî ev nirxandin kir: “Îro tevgera me Tevgera Azadiya jinên Êzîdî hatiye avakirin. Jina Êzîdî lixwe vegeriyan e, doza mafê xwe dikin û tekoşîna xwe ya azadiyê dimeşînîn, neheqihiyê li ser xwe qebul nakin û pêşengtiya civaka xwe dikin. Bi pêşengtiya jina Êzîdî Şengal gihaşt vê astê. 7 sal çêbu ku civaka Êzîdî li ber xwe dide; sazî, dezgeh, hêz û parastina xwe avakirin.”

Sebrî tekîldarî kar û xebatên xwe ya TAJÊ jî diyar kir ku îro wek Tevgera jinên Êzîdî TAJÊ berxwedana wan her ku diçe mezin dibe, got: “Her ku diçe civaka Êzîdî li derdora Xweseriya Şengalê û rêxistinbûna jinê kom dibin. Divê sala derbas bûyî de hêjmarek gelê koçber berê xwe dan Şengalê. Ev jî ji bo me rastî jî cihê keyfxweşiyê ye. Li aliyê din jî civaka Êzîdî dest bi avakirina Şengalê kiriye. Bê ku ji derve tu alîkarî were bi hêza xwe ya cewherî xwe û Şengala xwe ava dikin.”

‘MAM ZEKÎ, ŞEHÎD ZERDEŞT Û MAM BEŞÎR KEDEKÎ MEZIN JI BO ŞENGALÊ DAN’

Sabîha Sebrî têkildarî êrîşên dewleta Tirk jî diyar kir ku rojane dewleta Tirk gef li vê civakê dixwe û ev civak zarokên vê civakê, hêzê wan ru bi rûyê êrîşên balafirên dewleta dagirker tên û got hemû ferman bi destê dewleta Tirk li ser vê civakê hatiye meşandin, armanca planên dawî jî qirkirin û tinekirina Êzîdiyan bu û wiha got: “Ev du meh e ev civak li dijî vê peymanê li ser piyan e, ruxmê vê îptal nekirin, lê heta hedekî dan seknandin. Tiştê dixwastin bi rehetî nikaribûn li ser vê civakê ferz bikin. ‘’

‘CARA YEKEM E KU JINÊN ÊZIDÎ XWESER ÇÛN HEVDÎTIN KIRIN’

Herî dawî Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî li ser pêşketinên jina Êzîd jî ev nirxandin kir: ‘Cara yekê bu jina Êzîdî derketin çûn Bexdayê, çûn Silêmanî hevdîtînan kirin. Di aliyê dîplomasî de jin gihaşt astekî. Tiştê herî xweş dayikên me, jinên temen mezin çûn hevdîtînê û ev ji bo me gav avêtinek bû. Ew jina ku nedikari tiştek bike û ji malê derkeve îro diçe Bexdayê hevdîtanan dike, biryarê ku li ser me hatiye girtin red kirin û dawa mafê xwe kirin, jin pêşengtiya vê yekê kirin. Wek tevgera jin di aliyê fikrî de gelek dewreyên perwerdê çêbûn. Di aliyê parastin de jî perwerde çêbûn. Cîvîn ji bo gel hatin çêkirin û nîqaşên berfireh hatin meşandin. Vê civakê salekî têr û tijî derbas kir. Bi hezaran zarokê vê civakê , bi hezara jinên ku bi tena serê xwe ne, zilamê wan ji aliyê DAÎŞ ve hatine kuştin an jî di destê DAÎŞ’ê de ye. Du keçên me radestî mala Barzaniyan kirin û wan jî radestî Tirkiyê kirin. Mala Berzanî û Tirkiyê hevkarên hev yên planên qirêj in. Mala Berzanî ya wan keçên me wek diyarî dan Tirkiyê. Me heta niha ji bo rizgarbûna wan keçan ewqas ked û hewildan dan, lê ew jî diçin radestî Tirkiyê dikin. Xwestin wan keçikan bê îrade bêhlin. Ji bo me jî ev yek êşek giran e. Îro bi dehan jinên ku ji destê DAÎŞê hatin rizgarkirin li Şengalê kar dikin. Ew keç dema hatin rizgarkirin dewleta Iraqê nedihişt ji sînor derbas bibin, lê jin û dayikên me çûn bi destê xwe wan sînoran rakirin û wan derbas kirin. Lê dîlên ku dihatin jî me radestî mala wan kiriye. Me çiqas xwe rêxistin kiriye li ser kampên koçbêrên Başûrê Kurdistanê jî ewqasî siyesetekî xistinê tê meşandin. Deriyê me ji bo her dîleke jinên Êzîdî vekiriye, lê em nikarin xwe bigîhînîn gelek ji wan ji ber ku derî li me girtin e, divê hemû jin vegerin ser axa xwe û tekoşîna azadiya jinê û civaka xwe bikin.”