Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî kirin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîd û êşkenceya li girtiyan rêze çalakî kirin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya li girtiyan rêze çalakî kirin.

Agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:

“5’ê Kanûnê li Adapazari ya Sakarya yê marketek û 2 wesayîtên girêdayî AKP û MHP’ê hatin şewitandin.

5’ê Kanûnê li Beykoz a Stenbolê 3 wesayîtên karsazê Tirk hatin şewitandin.

6’ê Kanûnê li Golçuk a Koceliyê 3 otobusên faşîstên Tirk hatin şewitandin.

7’ê Kanûnê li Armûtlû ya Yekova dikana girêdayî karsazê AKP’î û 2 wesayît hatin şewitandin.

7’ê Kanûnê li Bakirkoy a Stenbolê 6 keştî hatin şewitandin.

8’ê Kanûnê li Gungoren a Stenbolê 3 wesayîtên girêdayî faşîstan hatin şewitandin.

9’ê Kanûnê li Buyukçekmece ya Stenbolê 4 wesayîtên faşîstan hatin şewitandin.

10’ê Kanûnê li Hadimkoy a Stenbolê li dijî wesayîta fermî ya polîsên Tirk bi bombeyên destan, molofof û fîşekên hewayî çalakî hate kirin. 2 polîs birîndar bûn.

11’ê Kanûnê li Malkara ya Tekirdagê depoyek veguherandinê ya faşîstekî AKP’î û 3 wesayîtên girêdayî depoyê hatin şewitandin.”