Li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Wanê sirgûn

Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtin û serê sibê 2 girtiyên jin birin girtîgehên cihê.

Diyar bû li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtin. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê dimînin, li malbatên xwe geriyan û dan zanîn ku gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşên wan de girtine û dest danîne ser nivîs, name û defterên girtiyan. Hat ragihandin ku piştî serdegirtina qawîşan, îro saet 04.00'ê sibehê, girtiyên bi navê Taybet Belge û Ebrû Şimşek sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. 
 
Her  wiha diyar nebû bê ka Belge û Şîmşek sewqî birin kîjan girtîgehê.