Jinên Ciwan li dijî destdirêjiya li Kercewsê çalakî kirin

Jinên Ciwan ên Têkoşer îro ji bo şermezarkirina destdirêjiya li navçeya Kercewsê ya Êlihê li bajarê Silêmanî wêneyên ku nivîsên li dijî şîdeta li ser jinan hatibû nivîsandin daliqandin û derbarê wê bûyerê gel hişyar kirin.