Li Lubnanê qanûna nû ya li dijî destavêtin û tundiya li jinê

Parlamenta Lubnanê, li dijî destdirêjî û tundiya li nava malê tedbîrên nû yên ji bo parastina jinê qebûl kir. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku ev tedbîr kêm in û nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî qanûna nû ku ji aliyê parlamenteran ve hate qebûlkirin, di serî de li kargehan, destdirêjî weke sûc tê dîtin û cezayê pereyan û heta cezayê girtîgehê yê 2 salan li kiryar tê birîn.

Ev qanûn li Lubnanê qanûna destpêkê ya li ser mijarê ye.

Komîsyona Neteweyî ya Jinan a Lubnanî ragihand ku metna qanûnê "parastinê misoger dike û mexdûr diparêze."

Ji rêxistina civakî ya bi navê Legal Agenda ku karê hiqûqî dimeşîne Karîm Nammûr diyar kir ku di hin aliyan de qanûn têrker nîne.

Nammûr got, "Ev tê wê wateyê; doz wê cemawerî be, wê biçe ber destê polîsan û dozgerên lêpirsînê. Piştre jî wê biçe ber destê dadgeran."

Nammûr got, "Ev yek astengî ye; ji bo gilîkirinê, teşwîqê nake."

Nammûr diyar kir ku di qanûnê de tê gotin, "destavêtin û encamê wê divê bên ispatkirin" û got, "Diviya bû bihata xwestin ku bersûc ispat bike ku tiştek nekiriye."

Koordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lubnanê Jan Kubîs li ser Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku ev qanûn ji bo xurtkirina mafên jinê û mafên mirovan, gaveke pêşketî ye.

Ji parêzerên organîzasyona femînîst KAFA'yê Leyla Awada ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku roja Duşemê li parlamentê xalek têkildarî tundiya li nava malbatê hatiye qebûlkirin. Hate ragihandin ku ev xal "divê tundiya aborî û psîkolojîk bê cezakirin" li qanûnê bi cih kiriye.

Tedbîrên ku hatine qebûlkirin destavêtina di dema zewacê de sûc nabîne. Rêxistinên civakî bi salan e dixwazin ku destavêtin, destdirêjî û tundî weke sûc bê dîtin.

Ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) pispora Lubnanê Aya Majzûb got, "Zewicandina bi mexdûr re divê yekî ji mehkûmiyeta ji ber sûcê destavêtinê neparêze."