Êrîşeke sîber li Jinnewsê hate kirin
Jinnews a ku bûye dengê jinan, bi şev hate astengkirin. Jinnews a ku 15 caran hate astengkirin, niha jî êrîşên sîber lê tê kirin.
Jinnews a ku bûye dengê jinan, bi şev hate astengkirin. Jinnews a ku 15 caran hate astengkirin, niha jî êrîşên sîber lê tê kirin.
Jinnews a ku tekane ajansa jinan a li Tirkiyeyê ye, duh bi şev cara 15’an hate astengkirin. Jinnews a ku bi slogana ‘Bi pênûsa jinan li ser şopa heqîqetê ye’ ji ber ku nûçeyên girîng pêşkêşî rojevê kiribû, her carê dadgeh wê asteng dike.
Piştî astengkirinê êrîşên sîber jî li Jinnewsê hate kirin. Li ser navnîşana jinnews14.xyz mirov dikare têkeve malpera Jinnewsê.