Dozgeriya Tirk dixwaze ji 7 heta 15 salan ceza li Şîmşek bibire

Karên siyasî yên aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek weke sûc hate nîşandan û dozgeriya Tirk xwest, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 7 sal heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de hatibû girtin û dûrê hatibû berdan. Danişîna 3’yemîn a doza derbarê Şîmşek de ya bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" hatibû vekirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şîmşek û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. 
 
Dozger di danişînê de diyar kir ku dosya temam bûye û mutalaya xwe ya derbarê Şîmşek de pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger li ser beyanên şahidek nepen diyar kir ku Şîmşek fermanên KCK'ê bi cih tîne, beşdarî civînên TUHAD-FED'ê bûye û di nava TJA'yê de dixebite.
 
Di mutaalayê de hat gotin Şimşek endama KJA'yê ya bi KHK'ê hatiye girtine û beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, civînan bûye û ji bo wê ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
Şimşek, di danişînê de parastina xwe bi Kurdî kir, mutalaya dozger red kir û bereata xwe xwest. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, ji bo ku Şimşek û parêzerên wê li dijî mutaalayê parastina xwe bikin, danişîn taloqî 31'ê Adara 2021'ê kir.