Li Kolnê ji bo kampanya ‘100 sedem’ standek hate danîn

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê ji bo darezandina dîktatorê Tirk di çarçoveya kampanya ‘100 sedem, 100 hezar îmze’ standek danîn.

Di çaçoveya kampanya TJK-E a 25’ê Mijdarê ya ‘Ji bo darezandina dîktator 100 sedem, 100 hezar îmze’ li bajarê Koln a Elmanyayê standek ya îmzeyan hate danîn.

Endamê Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê saet navbera 15:00-17:00’an li stasyoan trenê ya navenda bajar hatin  ba hev û tevî hewaya sat stand danî û gel eleqeyek zêde nîşanî standa îmzeyan a jinan da.

Di çalakiyê de bal kişandin ser pêvajoya desthilata AKP’ê rêjeya qetilkirina jinan zêdetir bûye.

Her wiha hate gotin ku lîderê AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiye û parçeyên din ji bo têkoşîna jinê paş bixe jinê dike hedef.

Wê hefteya bê jî çalakiya jinan dom bike.