Jinan ji bo Meryem Şahîn çalakiyek lidar xistin

Ji bo piştgirya Meryem Şahîn ku par bûbû hedefa êrişa mêrê jê cihê bûbû, li pêşiya Dadgeha Eyaleta Hambûrgê jinan çalakiyek li dar xistin.

Meryem Şahîn di 1'ê Gulana 2019'an de li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bûbû hedefa êrişa mêrê bi navê Kalender Erdogan ku beriya 7 salan jê cihê bûbû. Rûniştina doza vê tundiyê li Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê pêk hat.

Beriya destpêkirina rûniştina dozê, saziyên jinan ên li Hambûrgê ji bo piştgiriyê bidin Meryem Şahîn mîtîngek li pêşiya avahiya dadgehê li dar xistin.

Mîtîng ji aliyê Tifaqa Jinan a Navneteweyî û Piştevaniya Jinan a Ewropayê ve hate lidarxistin. Qisekeran xwestin ku sûcê li dijî jinê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bê nirxandin.

Di mîtîngê de, di çarçoveya kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" de îmze hatin komkirin.